Gelê Amedê bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin” bi tevlêbûna sed hezaran Newroz bi coşek mezin pîroz kir. Polîsên dagirker piştî pîrozbahiyê 110 kes binçav kirin. Hat diyar kirin ku 110 kes ji ber poşiya rengê kesk, sor û zer hatine binçavkirin.
AMED – Gelê Amedê bi tevlêbûna sed hezaran bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Polîsên dagirker piştî pîrozbahiyê 110 kes binçav kirin. Hat diyar kirin ku 110 kes ji ber poşiya rengê kesk, sor û zer hatine binçavkirin.
Gelê Amedê bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin” bi tevlêbûna sed hezaran Newroz bi coşek mezin pîroz kir. Piştî pîrozbahiya Newrozê, polîsên dagirker di vegerê de 110 welatî binçavkirin. 110 kesên hatin binçavkirin li Mûdûriyeta Polîsan a Amedê tên rawestandin. Li gorî agahiya hat diyar kirin ku kesên hatine binçavkirin ji ber poşiya rengê kesk, sor û zer hatine binçavkirin û piraniya kesên hatine binçavkirin jin in. Kesên poşiyên rengê kesk, sor û zer girtin û ketibûn qadê; di ketina qada Newrozê de ji ser dezgerên seyarfiroş poşî kirîbûn û derbasî qadê bûbûn.