Girtiya siyasî Ayten Beçet, li Girtîgeha Jinan a Sergirtî ya Gebze ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan serê sibê çalakiya fedaî pêk anî.
KOCAELÎ – Malbata Ayten Beçet a 24 salî ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalana çalakiya fedaî pêk anî, ber bi Stenbolê ketin rê. Hat diyar kirin ku Beçet a 6 sal girtîbû, serê sibê di saet 05.00’an de çalakiya fedaî pêk anî.
Girtiya siyasî Ayten Beçet, li Girtîgeha Jinan a Sergirtî ya Gebze ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan serê sibê çalakiya fedaî pêk anî. Bavê Ayten Beçet a li Sêrtê ji dayîk bû û malbata wê li Dîlokê dijî Sabrî Beçet, diyar kir ku cenazeyê keça wî li Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosna tê girtin.
6 SAL DI GIRTÎGEHÊ DEBÛ
Bav Beçet, da zanîn ku keça wî Ayten Beçet 24 salîye û 6 salin girtiye.
CENAZE DÊ BIBIN DÎLOKÊ
Malbata Beçet jî Dîlokê bi rêya bejahî ber bi Stenbolê ketin rê û li bendêye serê sibê bigihin Stenbolê. Piştî kar û barên cenazeyê, li bendê ye sibe cenazeyê Beçet bibin Dîlokê.
Miduriyeta Polîsan, li malbatê geriyan û ji wan xwest ku wêrisê mirinê bidin û cenaze nemîne heta roja Duşemê. Malbatê li ser vê yekê li xizmên xwe yên Stenbolê geriyan û ji wan xwestin ku wêrisê mirinê nedin. Xizmên malbatê bi rêveberên ÎHD û parêzeran re dê biçin ber Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosna û de wêrîsê mirinê bidin.”
Li aliyê din di 17’ê Adarê de jî Zulkuf Gezen ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anîbû û li Goristana Yenîkoy a Amedê hatibû definkirin.