Dayika Ayten Beçet, Fatma Beçet, got: “Bila dayik li dijî vî şerî rabin ser piyan û bêjin ‘êdî bese.’ Ev çend mehin mirov di greva birçîbûnê dene. Ma dê kengî bibînin.”
DÎLOK – Dayika Ayten Beçet a ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî Fatma Beçet, got: “Bila dayik li dijî vî şerî rabin ser piyan û bêjin ‘êdî bese.’ Ev çend mehin mirov di greva birçîbûnê dene. Ma dê kengî bibînin.”
Girtiya siyasî ya 24 salî Ayten Beçet, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan serê sibê li Girtîgeha Jinan a Sergirtî ya Gebze dawî li jiyana xwe anî. Bav û apê Beçet ji bo cenazeyê keça xwe bigirin ber bi Stenbolê ve ketin rê. Dayik, xwişk û birayên Beçet li mala ku ji dayik bibû, hewarên wan bilind dibin.
Malbata Beçet li taxa Akdere ya navçeya Şahînbey a navenda Dîlokê dijîn. Dayika Ayten Beçet Fatma Beçet piştî agahiya keça xwe bihîst ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
‘ALÎKARÎ DIDA HEVALÊN XWE YÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE’
Dayika Beçet, diyar kir ku herî dawî di Cejna Remezanê ya Hezîrana 2018’an de, çûbû hevdîtina vekirî ya keça xwe û wiha axivî: “Dûre ez qet neçûm hevdîtinê. Roja Pênçşemê em bi telefonê bi hevre axivîn. Ji min re got ‘ez başim, qet min nefikirin.’ Li hevalên xwe yên digreva birçîbûnê de mêze dikir. Ne di greva birçîbûnê debû. Di telefonê de ji min re got ‘Hûn derve de tiştekê nekin, ezê li vê derê tiştekê bikim. Lê min ev gotina wê fêm nekir. Ji min re got ‘hûn çima naçin gel hevalên di grevên birçîbûnê dene?’”
‘EV ÇEND MEHIN DI GREVÊ DENE, GELO DÊ KENGÎ BIBÎNIN’
Dayik Beçet, keça wê dem bi dem diket çalakiyên grevên birçîbûnê yên dem kurt û wiha bilêv kir: “Cezayê wê salek û 8 meh mabûn bi qede. Êdî bese, tecrîda li ser Ocalan rakin. Bila ev şer bi dawî bibe. Em nexwazin mirin rû bidin. Êdî bese, bila mirin çênebin. Dilê min şewitî, bila dilê tu dayîkên din ne şewite. Bila dayik li dijî vî şerî rabin ser piyan û bêjin ‘êdî bese.’ Tekane daxwaza me şatiye. Ev çend mehin mirov di greva birçîbûnê dene. Ma dê kengî bibînin.”
Cenayê Ayten Beçet li Saziya Tıpa Edlî ya Yenîbosna ya Stenbolê tê girtin. Piştî cenaze ji aliyê malbatê ve bê girtin, dê ber bi Dîlokê ve bikevin rê.
Ayten Beçet a 24 salî, 6 sal bûn di girtîgehê de. Beçet, di sala 2012’an de li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edenê hat darizandin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birin.