Piştî polîsên dagirker êrîşî girseya li ber saziya tiba edlî ya li Yenîbosnayê ji bo cenazeyê Ayten Becetê sekinîbûn kir, bi sedan kes li Şîrînevlerê meşiyan.
STENBOL – Piştî polîsên dagirker êrîşî girseya li ber saziya tiba edlî ya li Yenîbosnayê ji bo cenazeyê Ayten Becetê sekinîbûn kir, bi sedan kes li Şîrînevlerê meşiyan.
Cenazeyê Ayten Becet ku li Girtîgeha Gebze ya Jina ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan protesto bike çalakiya fedaî pêk anî, li saziya tiba edlî ya Yenîbosnaya Stenbolê tê sekinandin. Piştî hat hînbûn cenaze anîne Stenbolê bi sedan kes çûn ber saziya tiba edlî. Lê belê polîsên dagirker êrîşî girseyê kir. Di dema êrîşê de gelek kes hatin derbkirin û 4 kes jî hatin binçavkirin.
Piştî êrîşê girse ji ber saziya tiba edlî çû û li ber avahiya HDP’a Şîrînevlerê gihaştin hev û bi sedan kes meşiyan. Di dema meşê de dirûşmeya “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.