Di demekî ku çeteyên DAÎŞ’ê bi giştî qediya malbatên Şehîdan hêstên xwe yên têkçûna çeteyan anîn ziman.
KOBANÊ – Îro QSD bi daxuyaniyekî ragihand ku çeteyên hov ên DAÎŞ’ê bi giştî ji Rojavayê Kurdistanê û xaka Suriye’yê qediyeya. Tê zanîn ku çeteyên DAİŞ têkçûna xwe ya yekem li beramberê şervanên azadiyê li bajarê berxwedanê Kobanê jiya. Di vê rêya tunekirina çeteyn de malbatên Kobanê gelek Keç û Xortên xwe bedel dan. Bi hezaran mirov û şervanên ji Kobanê şêhîd ketin.
Di demekî ku çeteyên DAÎŞ’ê bi giştî qediya malbatên Şehîdan hêstên xwe yên têkçûna çeteyan anîn ziman. Her wiha malbatan di derheqa zarokên xwe yên li dijî çeteyên hov çawa şer kirin û lehengiya wan anîn ziman.
Dayika Şehîd Usama yê ku şerê li dijî çeteyan li Minbîcê şehîd ket wiha kêfxweşî û serbilindiya ji lavê xwe dike: “Di demekî ku daîş ji van axan hat derxistin em hemû pir kêfxweş in. Ev der axên me ne. Dema çete êrîş kirin em deh rojan çûn Tirkiye, lê lavên min nehat. Di vê de rê de ma û go ez nayêm, ez ê şer bikim. Ew û hevsera xwe û zarokên xwe li vir man. Piştê ku em hatin jî şer bû. Dema komkujiya Kobanê jî bû em li vir bûn. Her tişt ber çavên me bûn. Ruxmê ku lavê min li Kobanê birîndar jî bû çû pêngava Minbîcê jî û li wir şehîd ket. Ew her tim digot dayem em gavek paş ve bavêjin ew ê du paş di pêş de werin. Ji ber vê jî vê dozê bernedan”
Birayê Şehîd Laleş Agirî yê ku di berxwedanê Kobanê de şehîd ket jî wisa behsa birayê xwe dike û dibêje: “Şehîd Laleş ji emre xwe yê biçuk ve ji şervanan hezdikir û dixwest xebat bike. Hevalekî jêhatî û germ bû. Îro seba van şehîdan, bi saya xwîna şehîdan vê derê li ser axa xwe rûniştine. Em pir kêfxweşin ku DAÎŞ xilas bû. Ev mirovên hov, ê ku îşkence ji mirovan re dikirin, ji jinan re dikirin di van axan de qediyan serkeftin ji bo hemû hevalan.”
Dayika Şehîd Laleş jî dibêje: “Lavê min ji bo axa xwe şehîd ket. Ev lavekî pir jêhatî bû. Digot daye ‘Ez Şehîd bikevim sere te bi min bilind bibe. Ev gemaran ji vê axê xilas kirin, em ji wan pak bûn. Ew hovanan dihtin miro serjê dikirin, tiliya mirovan qut dikirin, em ji wan bi saya van lehengan xilas bûn. Ez serkeftinê dixwazim.”
Yek ji malbatên Şehîdan, pismamê Şehîd Mecît a ku li Kobanê şehîd ketiye jî behsa hevaltiya Şehîd Mecît re wisa behs dike: “Em bi Şehîd Mecît re bi hev re derbasî Tirkiye bûn. Lê ev tu carî vê qebul nedikir. Digot ez ê derbasî Kobanê bibim û li dijî çeteyan şer bikim. Derbas jî bû. Hat bi Şehîd Gelhat wan re di heman komê de şer kir. Şehîd mecît pir girêdayê doza xwe bû û bi eşqekî mezin bi Serokatî û şehîdan girêdayî bû. Îro jî ev serkeftin ew derxistin holê û pir baş bû.”