“Ez dizanim carinan dijwar e ku mirov navê we giyanpakan bi kar bîne, lewre me hê doza we ya pîroz negihandiye azadî û serxwebûna we difermî. Hê jî birînên me nekewiyane, eşên me yên bi jan ranewestiyane, bi nalîn û axîna me re xwîn ji me diherike. Lê rastiyek jî heye; dijmin ne yek e, bi yên li pişt xwe ve sed û yek e, hê birîneke me derman nebûye, birîneke din li giyana me vedikin. Lema nalîn û axîn hê jî li derê me ye.
Di her Adarê de xwerû jî di dema Newrozê de, li her cihê ku olana navê te lê diteyise, bi awayekî xwezayî ew bihara sala 1976´an, roja ku me cara yekem li avahiya TÖP-DER´ê di nava gengeşiyeke germ de hev nasî, tê bîra min. Ew kêliya, bi wî rûyê te yê geş, kenên te yên biharî, gotinên te yên watekûr bi zanyarî formulekirî ve tên ber çav û bîra min. Rengê Hesenê HK´yiyê ku li hember zanyariyên te sor û morê hev bûbû, ti rêyeke bersivan nedîtibû jî, rengekî wê rojê bû. Hemû mamosteyên wê bîstê li TÖP-DER´ê rûniştîbûn jî mat û melal mabûn.
Mala we li taxa hember (Karşiyaka) li ber rê bû, rêya mala me jî di wir re diçû. Min berê te Delîlê piçûk û nazdar ê malê, lehengê Kurdistanê nasîbû, Bi wî re hatibûm û me çayeke dayîka Kebîreya gorbihuşt vexwaribû. Min û te me tenê ji dûr ve hev dinasî, Te gotibû, “Mamoste rabe, em bi hev re biçin mal!” Em bi hev re bi wê meşa te ya xweş hetanî dere mala we meşiyabûn. Roja din, tu ber êvarê hatibûyî mala me, em êvarê bi hev re çûbûn mala xwendekarên lîsê û tu bi saetan bi wê zarxweşiya xwe bi wan re axivîbûyî. Ji wan hin, dû re bi cengewarî tevlî nav refên giyanpakan bûn. Ew şev hê li ber çavên min zindî ye, Mazlûmê delal.
Wê şeva ku ji ber ewlekariyê tu neçûbûyî mal, tu mêvanê me bûyî, te ronahî dabû mala me. Te dema razanê pirtûkek da destê min, te got; “em îşev van pirtûkan diqedînin hê nû radizên.” Lê mixabin di nîvî de xew ketibû ser min, min erkê xwe pêkneanîbû, te pirtûka xwe qedand. Te ne tenê bi gotinên xwe, bi tevger û helwêsta xwe rêya rast a lêkolîn û xwendinê raberî me kiribû. Lê mixabin niha mirov kêm dixwînin, wê fermana te pêk naynin.
Ji bo ku tu; wî dijminê ku di zîndanan de, ji bilî mirin û xiyanetê ti rêyeke din li ber we nehîştibû, bê minet bikî, tirsa mirinê bela wela bikî, armanca dijmin pûç bikî, rêya “Berxwedan jiyan e” nîşanê rêhevalên xwe bidî, tirsê bixî jiyana dijmin û giyana xwe li ezmanê welêt bi cih bikî, te ew bedena giyan û bîra te hetanî wê rojê anîbû, bê tirs û fikarekê şeva Newroza sala 1982´yan dabû ber agir. Tu ne tenê li ezmanê welêt, tu êdî li gerdûnê dijî.
Mazlûmê delal; dîsa Newroz e, Newroza ku te wateya hemdemî dayê. Lê hê jî dijminê xwînxwar û bêbav bi zûrîna gurên harbûyî di ser me û ciwanên me de tên, Şer giran e, mijeke tarî û bêbextiyê daketiye ser xaka me. Mijeke bi destê bendeyên heram yên ber derê dewletê ye, her disoje. Zulkuf Gezenê ciwan, yê bi têgîhîştina doza te û M. X. Durmuşan mezin bûye, bi hevrêyên xwe yên dilar û payeberz xwestin wekî we gefxwarinên dagirkerên xwînxwar pûç bikin, di vê Newroza te wateya hemdemiyê, weteya demjiyana me dayiyê, hê xurttir, bikin, dozê ragîhene qonaxeke herî berz, di nava bêderfetiyan de derfeta jiyanê biafirîne, di greva bîrçîbûna bêdawî û jiyan afirandinê de berê xwe da warê we, cihana Aşa. Me mêvanê ciwan Zulkufê payeberz spartiye we.
Zulkufê me ciwan e, dildost e, delal e. Ji bo jiyaneke mirovî ji bîra durre yê hatibû, wek miroveke bextewar her demê jiyanê bi awayê mirovekî azad bijî. Lê dema dît ku hemû rê girtine, xwest wekî we rêya jiyanê ji nifşên li pey xwe re veke. Bi vê mabestê wî da ser rêya we rêberên rast we rêberên cangoriyan. Belê îro Newroz e. Newroza te wateya hemdemiyê dayê. Lê dilê dayîk û gelê me bi ar in. Devê min naçiyê ku ez bibêjim, lê dibe mêvanên we zêdebin. Ji ber ku wijdan hatiye kuştin.
Mazlûmê delal, Zulkufê ciwan jî êdî wekî we bûye tîrêj û çirûskên Newroza vejînê. Ev bi hezaran sal in; dîroka me her bi berxwedan û goriyan didome. Dema em bi kurtî derkevin gereke dîroka rûpelên wê yên mijgirtî, em dibînin: Aştiyago, Gawmada ta Şêx Said û Seyid Riza, ji Alîşêr ta Bêrîtanan, ji we rêberên gel ta Zîlanan, ji Zekî Şengaliyan ta Zulkufan her berxwedan û Amargî ye.
Mazlumê Delal, ne tenê di Newrozan de, em her demê, di her pêşveçûn û çalakiyên zanyarî de we bi bîr tînin. Îro tikayeke me ya taybet heye, Zulkuf Gezenê delal bi dilgermî û giyanên cangoriyan ve pêşwazî bikin. Hêviya me mezin e, wê doza we bigihîje Azadî û serxwebûnê.
Ez bi vê boneyê Newroza gelê me yê berxwedêr pîroz dikim.”
ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Polîtîka – Fêrgîn Melîk AYKOÇ