Berxwedana Leyla Guven ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, 137 rojin didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 124 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê 98 roj û çalakiya koma ewil a girtiyên li girtîgehê ku di 16’ê Kanûna 2018’an de dest pê kir 99 roj in didome. Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, di roja 23’emîn de ber dewam dike.
AMED – Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 137’in bi biryardarî li ber xwe dide. Çalakiya girtiyên li girtîgehan di greva birçîbûnê de 99 roj, çalakiya Nasir Yagiz 124 roj û çalakiya 14 çalakgerên Strasbourgê jî 98 rojin didome.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, 137 rojin didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 124 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê 98 roj û çalakiya koma ewil a girtiyên li girtîgehê ku di 16’ê Kanûna 2018’an de dest pê kir 99 roj in didome. Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, di roja 23’emîn de ber dewam dike.
Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, di 8’ê Adarê de jî parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç li avahiya HDP’ê dest bi çalakiyê kirin.
SEDAT AKIN Û GURBET EKTÎREN LI MALÊ ÇALAKIYA XWE BERDEWAM DIKIN
Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 77’emîn de berdewam dike. Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e Çile de dest bi grevê kir û di 8’e Adarê de hat berdan di roja 67’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.
FADÎLE TOK LI MEXMÛRÊ 64 ROJIN DI GIREVÊ DE YE
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 64’an de didome.