Li girtîgehê girtiyek din jî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî.
ERZIROM – Zehra Saglam a li Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê dimîne li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî. Polîsan dagirker cenaze wergirt û birin navçeya Gimgimê ya Mûşê.
Li girtîgehê girtiyek din jî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî. Zehra Sağlam a li Girtîgeha Tîpa T a Oltuya Erziromê ku dima li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedaî pêk anî. Hat zanîn ku Saglam ji navçeya Gimgimê ya Mûşê ye û polîsên dagirker cenazeyê wê ber bi Gimgimê ve derxistine rê. Hat zanîn ku malbata Saglam a derket rê dê polîsên dagirker bi rê de cenaze radestî wan bikin.
Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê û Ayten Beçet jî li Girtîgeha Gebzeyê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedaî pêk anîbû.