Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Leyla Guven bang li girtiyan kir: ‘Bi bilindkirina têkoşînê em jiyanê bidin pêşiya xwe’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/03/2019 - 16:16
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Leyla Guven bang li girtiyan kir: ‘Bi bilindkirina têkoşînê em jiyanê bidin pêşiya xwe’
ParvekeTweet

Leyla Guven bang li girtiyan kir û got: “Divê em dawî li jiyana xwe neyînin, bi çalakiyên cuda têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 137 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye, derbarê agahiyên çalakiyên dawî li jiyana xwe anîn ên ji girtîgehan li dû hev hatin de, bang li girtiyan kir û got: “Divê em dawî li jiyana xwe neyînin, bi çalakiyên cuda têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 137 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, derbarê çalakiyên dawî li jiyana xwe anîn ên li girtîgeh û derve hatin lidarxistin de beşdarî radyoya Dengê Welat bû û xwest çalakiyên bi vî awayî neyên lidarxistin, lê berxwedana heyî bê mezinkirin.

SERKETIN GELEKÎ NÊZ E

Peyama Guven wiha ye:

“Pêngava ku me dest pê kir demsalek li pey xwe hişt, her roj mezintir dibe û dewam dike. Her çiqas gava yekemîn min avêtibe jî ev pêngav berxwedana zindanan e. Daxwaza me li tevahiya cîhanê belav bû. Êdî her kes dizane ku gelê Kurd jiyaneke di nava tecrîdê de qebûl nake. Wezîfeya me ya yekemîn ew e ku em moral û motîvasyona xwe bilind bikin. Çavkaniya bîrdoziya me her tim dibêje, ‘Şoreşger divê bi hêsanî nemirin, heta dawiyê li ber xwe bidin’. Belê em jî li ber xwe didin. Em dizanin ku hêvî û azadiya me li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, dîl hatiye girtin. Di dîrokê de yekemcar bi hezaran di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem bê dorveger de ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe dide. Kes nikare bêje ku ev çalakî encamê nagire. Wê teqez encamê bigire, teqez bi ser bikeve. Ya rast çalakiya me encam girtiye. Li qada Newrozê bi herikbarîna gel, bi tevlîbûna gel, bi dirûşma jin û ciwanan serketin û xwedîderketin gihîşt asta herî bilind. Gel careke din got, ‘Em jiyaneke di nava tecrîdê de qebûl nakin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd tecrîdkirina me ye, em wê jiyanê qebûl nakin’. Ji ber vê yekê desthilatdaran jî bi milyonan însanên daketin qada Newrozê dîtin û ez bawerim, sedî sed ew jî hesabê wê dikin ku çawa ji nava vî karî derkevin. Yê ku di tengasiyê de ne, bi rastî ne em in. Yê ku bêçare maye, nizane çawa gavan biavêje AKP û MHP ye. Ji ber ku hilbijartinek li pêşiya wan heye, ji ber vê yekê niha bêçare mane nizane ku wê çawa tevbigerin.

LI DORA ÇALAKVANÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIBIN XELEKEK JI VÎN Û HÊVIYÊ

Hevalno;

Em niha gihîştin merheleyeke nû. Ji encamgirtinê re pir hindik ma. Ez vê yekê ji dil û can dibînim û dibêjim, divê em li dora çalakvanan bibin xelek, xelekeke ji vîn û hêvî. Ji ber ku ji serketinê re dem hindik e, em ê ji sedî sed bi ser bikevin. Lê em dixwazin ku hevalên me yên niha li zindanan çalakiya xwe dewam dikin, heta dawiyê jî bi moral bi coş di nava aramiyê de çalakiya xwe bidomînin. Ji bo vê jî hevalên me yên niha ne di nava çalakiyê de ne, divê li derdora hevalan bibin kom. Ez jî sedî sed bawerim ku ji xwe hevalên me wezîfeya xwe pêk tînin, ji xwe ji bo wan çi pêwîst be wan pêk tînin.

‘LI ŞÛNA MIRINÊ JIYANÊ BIDIN PÊŞIYA XWE’

Niha hevalên me çalakiyên fedayî pêk tînin. Heval Zulkuf, Ûgûr, Ayten. Ez bejna xwe li ber çalakiya wan ditewînim. Wan bi ruhekî fedayî xwestin ku bêdengiyê bikişînin û rêya mirinê bigirin, wan ev çalakî li dar xistin. Lê ez dibêjim, bila were zanîn ku her hevalek vê çalakiyê pêk tîne parçeyek ji laşê min, ji ruhê min, ji dilê min bi xwe re dibe. Li hemberî van çalakiyan em rêz digirin. Em dibêjin; ji xwe çalakiyeke ku me dest pê kiriye heye, ji xwe em di nava çalakiyê de ne. Em hatin merheleyeke nêz ku em encamê bigirin; gelê hevalno divê em li derdora çalakvanan cih bigirin. Em çalakiyên nû nekin. Ev çalakiyên ku bi ruhê fedayî hatine kirin gelekî gelekî bi qîmet in. Mirov nikarin der heqê wan de tiştekî bêjin. Lê belê weke me got, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve gelek caran ev çalakî hatine nirxandin. Hatiye gotin, ‘Divê hûn ne mirinê, lê jiyanê bidin pêşiya xwe. Divê hûn ji bo jiyaneke bi rûmet berxwedana xwe bilindtir bikin, çalakiyên xwe cûrbecûr bilindtir bikin. Ne hema dawî li jiyana xwe bînin’.

‘BILA ÇALAKIYÊN BI VÎ RENGÎ NEYÊ KIRIN; EM ROJA KU TECRÎD HATIYE ŞIKANDIN BI HEV RE PÎROZ BIKIN’

Gelê hevalno;

Em dixwazin ku ev çalakiya li tevahiya cîhanê belav bûye, ev çalakiya ku bi rastî di dîrokê de cara yekem li cîhanê cih digire em bi encam bikin, em bi serketî û bi parçekirina tecrîdê bi encam bikin. Ji bo vê jî em hêza xwe bikin, ruhê xwe bikin yek. Armanca me ev e. Ji bo vê jî heta niha ez bi ruhekî bi moral, bi coş, bi aramî berxwedana xwe didomînim. Hîn bêhtir ez dixwazim, em û hevalên min ên zindanan moralê bidin hevdu. Pêwîstiya me bi hêzbûnê, bi moralê heye. Ji bo vê jî ez li xwe baş dinerim, ez bi rastî her tiştî, çi pêwîst be wê pêk tînim ku ez bijîm, em bi hev re bijîn, em wê roja ku tecrîd hatiye şikandin bi hev re pîroz bikin. Ji bo vê yekê jî ez gelekî gelekî li xwe baş dinerim. Lê ez dixwazim hûn jî; weke hevalên li zindanan li derdora çalakiyê kom bibin, lê wan çalakiyên fedayî pêk nînin hevalno. Bi rastî ev min ji hêz dixîne. Ez bikim nekim gelekî hestwar dibim, barê min girantir dibe, ez bi vî şeklî nikarim bimeşim. Ez ji hevalên xwe hêvî dikim ku ew jî bi van hestan tevbigere û em ê çalakiya xwe bi ser bixin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Gerîla li Mêrdînê li leşkerên dagirker xistin, 6 hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şoreşger û Malbatên Şehîdan li Kobanê serkeftina hêzên QSD, YPG û YPJ pîroz kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şoreşger û Malbatên Şehîdan li Kobanê serkeftina hêzên QSD, YPG û YPJ pîroz kir

Ciwanên Şoreşger û Malbatên Şehîdan li Kobanê serkeftina hêzên QSD, YPG û YPJ pîroz kir

Li Newroza Stenbolê peyama hevpar: “Em berxwedana zîndanan girsettir bikin”

Li Newroza Stenbolê peyama hevpar: "Em berxwedana zîndanan girsettir bikin"

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.