Girseya ku çend barîkatên polisên dagirker derbas kirin bi tilîlî û dirûşmeyan hatin malbata Ayten Beçet ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê xwestin.
DÎLOK – Girseya ku parlamenterên HDP’ê jî di navde ji bo mala şînê ya ji bo Ayten Beçet hatiye vekirin ziyaret bikin barîkatên polîsên dagirker derbas kirin û xwe gîhandin mala şînê. Girseya ku çend barîkat derbas kirin bi tilîlî û dirûşmeyan hatin malbata Ayten Beçet ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê xwestin.
Cenazeyê Ayten Beçet a 24 salî ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî, şevê din polîsên dagirker bi awayekî korsan revandin û şev nîvê şevê di tariyê de bi tevlêbûna 20 xizmên wê li Dîlokê defin kirin. Ji ber ku şaredariyê destûr neda malbat li mala Şînê ya Şaredariya Şahinbêy şînê dîne, malbatê li ber deriyê mala xwe kon veda. Piştî malbatê li ber deriyê mala xwe konê şînê danîn Parlamenterên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Şahinbeyê kom bûn û meşiyan mala Beçet. Girseya ku parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan, Tulay Hatimogullari, Ridvan Turan, Ayşe Surucu, Semra Guzel, Saliha Aydeniz, Ayşe Acar Başaran, Omer Ocalan, Mahmut Togrul, Kemal Pekoz û Nusrettin Maçin jî hebû, li gel endam û rêveberên HDP’ê yên Dilok, Mêrsîn û Edene derbasî mala şînê ya Beçet bûn. Girseya ku xwest biçin li mala şînê daxuyaniye bidin rastî gelek barikatên polîsên dagirker hatin. Girseya ku xwestin ji bo Ayten Beçet daxuyaniyê bidin pankarta “Ayten Beçet nemir e” vekirin û wêneyê wê rakirin. Lê polîsên dagirker barîkat li pêş girsê danî û nexwest bimeşin. Girsê tevî hemû astengiyên polîsên dagirker gelek barikat derbas kirin. Dema Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul daxuyanî da polîsên dagirker xwest êrîşî girsê bike.
Lê Togrul dîsa daxuyanî da û wiha got: “20 salin li Îmraliyê tecrid heye. Em bang li gel dikin ku li dijî tecridê bêtir hestiyar û hişyar tev bigerin. Divê gel li çalakiya ku di şexsê Leyla Guven a 137 rojin di grevê de ye li vê pêvajo û çalakiyê xwedî derkevin. Leyla Guven û bi hezaran girti bi armanca tecridê bi dawî bikin bi bedena xwe têdikoşin. Her ku diçe grevên birçîbûnê êşên mezin bi xwe re tîne. Ayten Beçet bi çalakiya fedaî tecrîd şermezar kir. Ji bo em dawî li mirine bînin em tedikoşin. Girtiyên çalakî pêk anîn ji bo dawî li tecrid û mirinê bînin çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku demek berî demekê vî dengî bibhîzin. Bila mirin rawestin. Bila ev êş, hesir û tecrîd bi dawî bibe.
Girsê piştî daxuyaniyê barîkat li ser barîkatên polîsên dagirker derbas kirin û çûn mala şînê û malbat ziyaret kirin. Girseya ku di nava kolan û taxan re meşiyan bê navber dirûşmeya “Şehit namirin” û “Bijî berxwedan zindanan” berz kirin û xwe gîhandin malbatê. Girsê piştî xwe gihand malbata Beçet, tilîlî û dirûşme berz kirin. Girsê piştî xwe gîhand konê şînê ji malbata Beçet sersaxî xwest.