Walîtiya dagirker ya Mûşê gundê ku cenazeyê Zehra Saglam a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa T a Oltu çalakiya fedaî pêk anî, lê bê definkirin, ketin û derketin ji çûn û hatinê re qedexe kir.
MÛŞ – Walîtiya dagirker ya Mûşê gundê ku cenazeyê Zehra Saglam a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa T a Oltu çalakiya fedaî pêk anî, lê bê definkirin, ketin û derketin ji çûn û hatinê re qedexe kir.
Zehra Saglam a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha tipa T a Oltu ya Erziromê çalakiya fedaî pêk anî, vê carê leşkerên dagirker cenazeyê wê desteser kirin. Cendirmeyên dagirker ku cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Erziromê girtin, birin navçeya Gimgimê. Leşkerên dagirker hiştin ku tenê maşîneyek ji malbatê cenaze bişopînin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’ê Şevin Coşkun, Dîlan Dirayet Taşdemir, Musa Farisogullari, Erdal Aydemir, Abdullah Koç û Namzetê Hevşaredariya Çewlikê Hişyar Ozsoy li Gimgimê ji bo cenaze wergirin rawestîna xwe berdewam dikin. Tê payin ku cenazeyê Saglam li Gundê Xinzor ê Gimgima Mûşê bê definkirin. Beriya ku cenaze bibin gund Walîtiya dagirker ya Mûşê ji niha de ketin û derketina gund li çûn û hatina welatiyan qedexe kir. Walîtiyê dagirker bi idîaya dê di cenazeyê Zehra Saglam de çalakiyên provokatif pêk bên ketin û derketina gund qedexe kiriye.