Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji her wextî zêdetir hatiye astek xetertir û berxwedanên zindanan silav kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji her wextî zêdetir hatiye astek xetertir û berxwedanên zindanan silav kir. Komalên Jinên Ciwan balkişand ser berxwedanên çalakiyên grevên birçîbûnê û girtiyên PKK-PAJK’ê Ayten Beçet, Zehra Saglam û Zulkuf Gezen ku li girtigehan çalakiyên fedaî pêk anîn bibîranî û berxwedanên wan silav kir.
Daxuyaniya Komalên Jinên Ciwan wiha ye:
“Tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelan Rêber APO ji her wextî zêdetir hatiye astek xetertir. Li dijî tecrîdkirina îradeya mîlyonan îro di pêşengtiya Leyla Guven bi hezaran girtiyên PKK-PAJK’ê li zindanan, li Ewrûpa, li Mexmûr û li Başûrê Kurdistan gelê me ê welatparêz li hember dewleta tc ya faşîst û çete di nava berxwedanê de ne. Bi çalakiyên grevên birçîbûnê li gelek deverên cihanê gelê me û dostên wan li vê berxwedana bêhempa xwedî derketin û carek din nîşanda ku li hemberî faşîzmê ew ticarî çonga xwe netewîne û tawîz nadin.
Di serî de îradeya gelê Kurd, ya gelê Rojhilata Navîn û gelê tevahî cihanê bi vî awayî nayê bindestkirin, kes nikare îradeya gelan wusa bixe bin tecrîdê. Êdî xweşbîniya me li beramberî rewşa heyî ne maye. Li dijî sîstema îşkencê ya rejîma Akp-Mhp, di serî de li zindanan bi berxwedanê û li hemû qadan hatiyê nîşandayîn ku em wek gel amade ne her awayî bedel bidin.
Kawayê Hemdem yê Hesînkar Mazlum Dogan di salên 80’î li dijî vê faşîzmê bi rihê berxwedanê helwesta xwe nîşanda, îro jî li zindanan ev rih buye jiyanî û şopdarên Mazluman ala berxwedanê dewr girtiye û hin jî bilindtir kiriye. Di pêvajoya dawî de di vê berxwedanê de hevrê Zulkuf Gezen bi çalakiya xwe ya fedaî gihişt şahadetê. Îro jî hevrê Ayten Beçet û Zehra Saglam di vê berxwedana ku bi pêşengtiya jinê destpê kiriye, wek jinên ciwan pêşengtî jê re kir û tevlî kerwanên şehîdên fedaî bûn.
Êdî dem dema buyîna dengê zindanan e. Di şexsê Rêbertiya me, ev zihniyeta faşîst û xwînmêj dixwaze tevahî gel bixin bin tecrîdê. Serî de jinên ciwan, hemû gelê me pêwîste li hemberî vê bêdeng nemînin. Li berxwedanên zindanan xwedî derketin, li azadiyê xwedî derketin e û hilweşandina faşîzmê ye. Hevrê Ayten û Zehra bi çalakiyên xwe riya me ronî kirine û bi sekna xwe nîşanî me daye ku em ê cawa jiyana azad ava bikin. Roj, roja xwedî derketina li dilên ku bedena xwe ji bo gelê xwe daye ber mirînê ye. Li beramberî vê berxwedana dirokî di serî de jinên ciwan û tevahî gelê me yê welatparêz ê bi vîcdan pêwîste erka xwe ya sereke, ya daketina qadan û bi serhildanan faşîzma tc ji holê rakin binîn cih.
Roj ji her wextên din zêdetir roja li berxwedanê ye. Roj roja li dijî barbartiya tc’ê serhildanan derxistina holê ye. Em wek Komalên Jinên Ciwan çalakiyên hevrê Ayten Beçet û Zehra Saglam silav dikin. Ji bo ji zindanan xeberên şahadetê bes bên, pêwîste gel berxwedanê derxe holê. Li ser vî esasî di destpêkê em bang li hemû jinên ciwan û ciwanên Kurdistanê dikin ku li her qada lê dimînin veguherînin qadên serhildanê û bibin pêşengê vê berxwedanê.“