Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 138 roj in didome. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 22 rojin didome. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç 18 rojin didome. Li Hewlêrê jî berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz 125 rojin didome. Berxwedana li Strasbourga li Fransayê ya 14 Çalakger bi diruşma, emê tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin li ber xwe didin û di roja 99 roj in didome.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, 138 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye û têdikoşe.
Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest pêkir, hem li hundir û hem li derve belav dibe û berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 138 roj in didome. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 22 rojin didome. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç 18 rojin didome. Li Hewlêrê jî berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz 125 rojin didome. Berxwedana li Strasbourga li Fransayê jî di qada navnetewî de deng veda ye. 14 Çalakger bi diruşma, emê tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin li ber xwe didin. Çalakiya wan 99 roj in didome. Li kêleka çalakiyên bê dem û bêdorveger li ber avahiya CPT çalakiya jinan a bi armanca bibin dengê çalakgeran didome.
Îmaş Şîş jî li Gallan a Brîtanyayê deng daye vê berxwedanê û çalakiya wî jî 99 roj in didome.
Çalakiya Yusuf Îba, li Torontoyê 73 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 72 roj, Husên Yildiz 67 roj, Hasbî Çakici 66 rojin di grevê de ye didome.
Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 65 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 61 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 56 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 51 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 34 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilistan a Londonê 9 roj di girevê de ne. Herêm Mehmut 29 roj, Şeyma Ednan 21 roj, Gulebax Celal 6 roj in di grevê de ye.
Çalakiya Seda Akin a li Batmanê 78 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 68, ya Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 77 roj, Îhsan Sinmiş li Kuçukçekmece ya Stenbolê 25 roj in di greve dey e. Li bajarê Caglîarî ya Îtalya Erol Aydemir, li gundê Tatan ê navçeya Pênciwên a başûrê Kurdistanê jî Fatma Ehmed dest bi greva birçîbûnê kirine.