Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya jin bi navê Medya Çinar çalakiya fedaî pêk anî.
MÊRDÎN – Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya jin bi navê Medya Çinar li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî.
Hatina agahiya mirinan a ji girtîgehan berdewam dike. Hat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya jin a navê Medya Çinar li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî. Paralmenterê HDP’ê yê Mêrdînê û Wekîlê Serokê Meclîsê yê Koma HDP’ê Mîthat Sancar bi Walîtiya Mêrdînê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê bûyer hat piştrastkirin.
Hat ragihandin ku cenazeyê Medya Çinar ya çalakiya fedaî pêk anî rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Parêzerên ji bo bûyerê xwestin agahiyan hîn bibin çûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê lê destûra parêzeran nayê dayîn. Sekna parêzeran a li ber girtîgehê dewam dike.