Çinar di 31’ê Gulana 2016’an de ligel 42 kesan li navçeya Nisêbînê hatibû girtin. Her cara ku tev li danişê bû diyar kiribû ku rastî îşkenceya herî giran hatiye. Çinar di parastinê de gotibû “Ger ku îro li dijî vê zilmê têkoşîn nebûya dê îro dîsa heman tişt dubare bûbûya. Çinar, di danişîna dawî de tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan red kiribû û bi rêya SEGBİS’ê tev li danişînê nebûbû.
MÊRDÎN – Medya Çinar a li Girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî, ji doza Nisêbîne dihat darizandin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya jin Medya Çinar li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî. Hat zanîn ku Medya Çinar ji doza Nisêbînê tê darizandin û ji bo tevlêbûna danişînê, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê anîne Mêrdînê. Hat diyar kirin ku Çinar di saetên serê sibê de çalakî pêk anîye. Çinar di 31’ê Gulana 2016’an de ligel 42 kesan li navçeya Nisêbînê hatibû girtin. Her cara ku tev li danişê bû diyar kiribû ku rastî îşkenceya herî giran hatiye. Çinar di parastinê de gotibû “Ger ku îro li dijî vê zilmê têkoşîn nebûya dê îro dîsa heman tişt dubare bûbûya. Çinar, di danişîna dawî de tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan red kiribû û bi rêya SEGBİS’ê tev li danişînê nebûbû. Rawestina parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Tuma Çelik û rêveberên HDP’ê ya li ber Saziya Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Mêrdînê didome.
Berê jî Zulkuf Gezen bi heman armancê di 17’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltu ya Erziromê çalakiyên fedaî pêk anîn.
Ugur Şakar ê li Krefeld a Almanya di 20’ê Sibatê de çalaki pêk anîbû di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû.