Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, serketina li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku 23’ê Adarê hate ragihandin pîroz kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna rast a ji bo tinekirina bingeha îdeolojîk a DAÎŞ’ê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û gel û şervanên li dijî DAÎŞ’ê bi ser ketin silav kir û ew pîroz kir.
KCK’ê diyar kir, “DAÎŞ ji aliyê sîstema siyasî û xeta îdeolojîk a ku jiyaneke biratî, demokratîk û azad afirandiye hatiye têkbirin.”
SERKETINA LI DIJÎ DAÎŞ’Ê PÎROZ KIR
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
“Çeteyeke ku kiribûn belayê serê gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê, bi rêbazên herî wehşî bi sed hezaran mirov kuşt, birîndar kir û seqet hişt. ‘Xîlafet’a ku vê çeteyê ava kir û serdestiya wê ya li Sûriyeyê 23’ê Adarê ji holê hatin rakirin. Em şervan û gelên Kurd rê li ber vê serketinê vekirin bi rêzdarî silav dikin, serketina wan pîroz dikin. Di serî de Kurd, gelên demokrasî û azadîxwaz DAÎŞ têk birin. Bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ku li Sûriyeyê Kurdan, Ereban, Asûrî-Suryaniyan, Tirkmenan û gelên din ava kirin, herêmên di destê DAÎŞ’ê de hemû hatin rizgarkirin. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û hêzên li pişt wê de, di serî de Tirkiye; em şervanên Ereb, Kurd, Suryanî, Tirkmen û enternasyonalîst ên di vê têkoşînê de şehîd bûn bi minet bi bîr tînin û ji gaziyan re jî şîfa xêrê dixwazin.
DERBA DESTPÊKÊ LI ŞENGAL Û MEXMÛRÊ XWAR, DERBA MEZIN JÎ LI KOBANÊ XWAR
DAÎŞ’ê derba destpêkê ya têkçûnê li Şengal û Mexmûrê xwar. Êrîşa qirkirinê ya li Şengalê û hewldana ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi berxwedana gerîlayên Kurdistanê hate astengkirin. Derba herî mezin a têkçûnê jî li Kobanê xwar. Bi têkçûna li Kobanê re DAÎŞ serberjêr bû. Çawa ku berxwedana Stalingrad a Şerê 2. ê Cîhanê çarenûsa Şerê 2. ê Cîhanê guhert, berxwedana Kobanê jî rê li ber pêvajoya têkbirina bi tûmanî ya DAÎŞ’ê vekir. Di dema berxwedana Kobanê de gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nîşan da ku ew piştevanê herî mezin ê berxwedana Kobanê ne. Gelên dinyayê hemûyan jî bi roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê re moraleke mezin da vê berxwedanê. Ya ku DAÎŞ bi esasî têk bir, yekbûn û têkoşîna mirovahiyê ya li dora berxwedana Kobanê bû. Hêzên koalîsyonê jî piştî vê qonaxê piştgiriya hewayî dan hêzên berxwedanê.
TÊKOŞÎNA KU BI PERSPEKTÎFA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK HATE DAYIN
Ya ku mirovahî di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de gihand hev, sîstema demokratîk, berxwedana bi heybet û îdeolojiya berxwedêrên Kobanê bû. Şoreşgerên Rojava ku li Rojava şoreşa demokratîk pêk anîn, ev şoreş bi Ereb, Suryanî, Tirkmen, Ermenî, Çeçen û Çerkezan re li Bakurrojhilatê Sûriyeyê û Efrînê belav kirin. Bi perspektîfa konfederalîzma demokratîk têkoşiyan ku dewlet û desthilatdariyê esas nagire, îradeya demokratîk a gelan û xweseriya demokratîk weke modeleke çareseriyê ya rast bi rêxistin dike, ji pirsgirêkên ku DAÎŞ’ê ew îstîsmar dikir re çareseriyeke rasteqîn dîtin, karakterê dijminatiya li mirovahiyê ya îdeolojiya DAÎŞ’ê eşkere kirin û ruhê DAÎŞ’ê standin. Di encama vê yekê de, li pêşberî xeta îdeolojîk-siyasî ya gelên Bakurê Sûriyeyê DAÎŞ kete rewşeke welê ku bû rêxistinek tenê şîdetê dike. Ji aliyê hêzên demokratîk şoreşger ên xwedî sekneke xurt a îdeolojîk û hêza xurt a moralê ye, hate têkbirin. Eger ev xeta îdeolojîk, projeya jiyana polîtîk û civakî nebûya, ti hêza leşkerî nekarîbû encamê bigire. Ji xwe heta ku hêzeke xurt a polîtîk û îdeolojîk derneket hemberî wan, ti artêş li ber nedisekinî.
EGER TÊKOŞÎN BI RENGEKÎ RAST NEYÊ DAYIN DIBE KU HUCREYÊN VEŞARTÎ DERKEVIN HOLÊ
Heta ku rast neyê fêhmkirin bê DAÎŞ çawa hate têkbirin, nepêkane ku ji niha û pê ve têkoşîneke rast bê meşandin, bingeha îdeolojîk bê têkbirin, bandora wê ji holê bê rakirin û desteka civakî bi temamî bê tinekirin. Eger têkoşîn bi rengekî rast neyê kirin, hucreyên veşartî dibe ku DAÎŞ’ê ji nû ve derxînin holê.
MESELEYA BINGEHÎN RASTIYA ROJHILATA NAVÎN A NEDEMOKRATÎK E
Tevî ku DAÎŞ bi piştgiriya hin hêz û dewletên cuda weke projeyeke polîtîk û îdeolojiyeke jirêderketî derket holê, sedema bingehîn a vê yekê rastiya Rojhilata Navîn e ku demokratîk nabe. Ya ku bûye bingeh ji afirandina çeteyên mîna DAÎŞ’ê ew yek e ku nêzîkatiyên li rastiya çandî, civakî û dîrokî ya Rojhilata Navîn nayê, tên ferzkirin. Bi taybetî sîstemên otorîter û zordar ên li Rojhilata Navîn e ku xwe dispêrin hêzên derve û li ser gelan ferz dikin. Ev sîstem sîstemên navendîperest in ku zîhniyeta wan a mezhepperest-neteweperest li pêşiya aştî û aramiyê asteng in û derfetên aboriyê hemûyan ji bo kontrolkirina jiyana siyasî û civakî bi kar tînin.
RÊYA DERKETINA JI NAVA KAOSA KÛR
Hîn berî DAÎŞ derkeve holê, Rêber Apo rastiya van desthilatdaran dît ku Rojhilata Navîn di nava pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û çandî de difetisînin û ji bo derketina ji nava kaosa kûr a Rojhilata Navîn alternatîfên aborî, çandî, civakî û siyasî danî holê. Ev alternatîf jî feraseta neteweya demokratîk e ku li dijî her rêbazên feraseta mezhebî û neteweperestiya etnîkî xwe dispêre civaka demokratîk a rêxistinbûyî. Destnîşan kir ku pirsgirêkên ji ber desthilatdariyên navendîperest ên li Rojhilata Navîn rû didin, ku zextê li jinan dikin, ancax bi paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk azadîparêziya jinê ya ku xwe dispêre neteweya demokratîk çareser bibe. Bi vî rengî rêya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ên giran nîşan da.
QADEKE DEMOKRASIYÊ YA LI SER XETA OCALAN
Serketina şoreşa demokratîk a li Rojava û jiyana bi rengê azad, biratî û bi hev re ya gelên cuda, kir ku di nava şer û kaosa Rojhilata Navîn de veguhere qadeke demokrasiyê. Ev yek li ser bingeha xeta siyasî û îdeolojîk a Rêber Apo pêk hatiye. Gelên Ereb, Suryan, Tirkmen, Çeçen û Ermen bi Kurdan re bûn neteweyeke demokratîk û bi ser ketin. Berxwedana gelê Kurd a li dijî DAÎŞ’ê û hemû êrîşan li ser bingeha civaka demokratîk a rêxistinbûyî û azadîparêziya jinê hate kirin, lewma ev şoreş di heman demê de bû şoreşa jinê. Ciwan û gelê Ereb ku DAÎŞ’ê xwe dispart wan, cihê xwe di nava vê têkoşînê de girtin û di têkbirina DAÎŞ’ê de roleke girîng lîstin. Ev berxwedan bi coşa jiyana demokratîk û azad hate kirin. Hêzên rûyê wan tarî yên ku xwestin jiyaneke tarî biafirînin bi vî rengî têk çûn.
XETA KU DAÎŞ TÊK BIR
DAÎŞ ji aliyê sîstemeke siyasî û xeteke îdeolojîk a ku jiyana bi rengê biratî, demokratîk û azad afirand, hate têkbirin. Ji ber ku çek ji aliyê xeteke bi vî rengî ve dihate birêvebirin û ji aliyê şoreşgerên xwedî moralê vê xeta îdeolojîk ve dihate bikaranîn, hêz û çeka DAÎŞ’ê bêbandor bûn. Eger projeyeke bi vî rengî ya jiyanê û xeta îdeolojîk nebûya, çek çiqasî yên herî pêşketî bûna, çiqasî êrîşên hewayî bihata kirin jî li dijî DAÎŞ’ê encam bi dest nediket.
DIVÊ BINGEHA CIVAKÎ Û BANDORA ÎDEOLOJÎK A DAÎŞ’Ê BÊ BÊBANDORKIRIN
Ev rastî nîşan dide; ji bo bingeha civakî û bandora îdeolojîk a DAÎŞ’ê were bêbandorkirin ku hîn jî heye, ji bo bi temamî bê tasfiyekirin pêwîstî bi projeya jiyana azad a çandî, civakî, siyasî ya li ser xeteke îdeolojîk a demokratîk û azadîparêz heye. Ji ber vê yekê, hebûn û parastina sîstema demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê gelekî girîng e. Bi vê xet û projeya jiyanê DAÎŞ ne tenê li Sûriyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn dikare were bêbandorkirin. Eger ev rastî neyê fêhmkirin û bi rêbazên leşkerî ya jî zor û zextê hewl bê dayin ku bandora îdeolojîk û bingeha civakî ya DAÎŞ’ê bê tinekirin, ev yek wê bibe xefleteke dîrokî. Dibe ku firsend û derfetê bide ku bi anvên cuda rêxistinên cuda yên jirêderketî biafirin.
ZÎHNIYETA AKP-MHP’Ê HER SAETÊ RÊXISTINÊN MÎNA DAÎŞ’Ê DIAFIRÎNE
Desthilatdariya AKP-MHP’ê xwedî pêkanîn, polîtîka û zîhniyeteke welê ye ku niha hem li Tirkiyeyê, hem li Rojhilata Navîn DAÎŞ’ê, zîhniyet û rêxistinên bi heman rengî diafirîne. Ev desthilatdarî her roj, her saet zîhniyet û rêxistinên mîna DAÎŞ’ê diafirîne. Atmosfereke civakî, siyasî û îdeolojîk diafirîne ku rêxistin û zîhniyetên mîna DAÎŞ’ê derketin holê. Mîna zîhniyet û desthilatdarên faşîst hemûyan, timî hinekan weke dijmin nîşan dide û dike dijmin. Hewl dide bi vî rengî desthilatdariya xwe bidomîne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vê karaktera xwe re bingeha polîtîka û zîhniyeteke welê datîne ku ne tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn rê li ber metirsiyekê ji bo mirovahiyê veke. Eger pêşî li vê zîhniyet û polîtîkayê neyê girtin, dema bê dibe ku rêxistinên nû, hêzên êrîşkar ên ji bo mirovahiyê bi taybetî ji bo gelên Rojhilata Navîn metirsîdar bin derkevin holê.
TÊKOŞÎNA JIYANA DEMOKRATÎK
Ev rastî nîşan dide; eger li dijî çete û rêxistinên mîna DAÎŞ’ê yên li derveyî mirovahiyê têkoşîneke rast a îdeolojîk û bi bandor neyê dayin, têkoşîna jiyana azad û demokratîk neyê kirin, nepêkane ku pêşî li rêxistinên wiha bê girtin. Li ser vê bingehê, em bang li mirovahiyê û gelan hemûyan dikin ku li dijî zîhniyet û rêxistinên mîna DAÎŞ, El Nûsra, AKP-MHP’ê, li ser xeta civaka demokatîk a rêxistinbûyî ya azadîparêziya jinê û neteweya demokratîk, têkoşîna azadî û demokrasiyê mezin bikin û Rojhilata Navîn a Demokratîk û mirovahiya azad biafirînin.”