Mîhrîcanek li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê ya Bakurê Sûriyê hat li dar xistin.
KOBANÊ- Mîhrîcanek li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê ya Bakurê Sûriyê hat li dar xistin û tê de 12 komên hunerî yên dîlanên gelêrî ji gelek bajarên herêma Firatê beşdar bûn.
Mîhrîcanê bi dirûşma “Dê em pev re çanda xwe ya resen biparêzin” hat li darxistin. Ji gelek herêman koma
Her wiha hejmarek wênesaz jî tevî wêneyn xwe yên ku cara yekemîn li ser rewşa gelên Sûriyê tên pêşandan, beşdarî mîhrîcanê bûne.
Endamên Dibistana Çand û Hunerê ya Herêma Firatê pêşandaneke orkestraye li dar xist. Her wiha komên hunerî yên erebî, tirkmenî, kurdî û çeçenî hunerên xwe pêşkeş kirin.
NC- Hamza Munzur/Mazlum Kobanê