Çapemeniya Tirk duh ragihandibû ku li navçeya Silopya ya Şirnexê wesayîta leşkerî qelibîbû, lê derket holê ku çalakiya sabotajê hatiye kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Koma ku navê “Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Îslam Gever û Şehîd Ronahî” li xwe kirî, ragihand ku roja 24’ê Adarê (Duh) saet 10:00’an li dijî wesayîtan leşkerî ya ber bi bejahiya Ercumentê ve diçû çalakiya sabotajê li dar xistine.
Tîmên Tolhildanê ragihand ku di çalakiyê de herî kêm 2 leşker mirine û zêdetirî 20 leşker jî birîndar bûne.
Çapemeniya Tirk îdîa kiribû ku wesayîta leşkerî qelibiye û leşkerek miriye û 20 leşker jî birîndar bûne.
Li aliyê din Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ragihand ku 18’ê Adarê li Taxa Ardiçli ya navçeya Esenyûrt a Stenbolê 2 wesayîtên erkdarên AKP’ê şewitandine.
Dewleta Tirk têkildarî ketina helîkoptera li Çekmekoy a Stenbolê jî gotibû ‘qeza’ ye. Lê Komeke ku xwe bi navê “Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan” bi nav dike, bi daxuyaniyekê ragihand ku helîkoptera roja 11’ê Sibatê li Stenbol/Çekmekoyê li taxa Kîrazliyê kete xwarê, ji aliyê yekîneyên wan ve hatiye xistin.
Komê di daxuyaniyê de gotibû; “Droneyek li perwaneya helîkopterê hate xistin û helîkopter bi vî rengî hate xistin. Di encama vê çalakiyê de du serpel û du berbaz hatin kuştin. Çalakî ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê û li dijî tecrîdkirina Rêber Apo hatiye kirin.”
Rayedarên dewleta Tirk îdîa kiribûn ku helîkopter ji ber qezayê ketiye û eşkere kiribûn ku di encamê de serpel ê pîlot Umît Ozer, serpel Semîh Ozcan, serbaz ê çawişê pispor Îlyas Kaya û serbazê çawişê pispor Yakûp Avşar mirine.