Îro li bajarê Berxwedanê Kobanê endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Kobanê ji bo çalakiyên fedaiyane ên li dijî tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hatin çalakiyek li darxistin.
KOBANÊ- Îro li bajarê Berxwedanê Kobanê endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Kobanê ji bo çalakiyên fedaiyane ên li dijî tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hatin çalakiyek li darxistin. Bi sedan Jinên Ciwan bi wêneyên Leyla Guven, Şehîd Zûlkûf Gezen, Ayten Meşet, Zehra Dogan û Medya Çınar di destpêkê de xelekek ji mirov pêk anîn.
Ciwanan piştre jî li ber peykera Jina Azad dest bi xwendina daxuyaniyê kirin. Daxuyanî ji aliyê Jina Ciwan Stêra Nebî ve hate xwendin.
Daxuyaniya Jinên Ciwan wiha ye:
Bi vê wesileyê endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Kobanê û Jinên Kobanê di çarçoweya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê de li ber peykera Şehîd Arîn Mîrkan de hatin gel hev û çalakiyek li darxistin. Jinên Ciwan di çalakiya xwe de 8’ê Adarê diyarî berxwedêr Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kirin û ji bo wî meşale pêxistin.
“Ev 20 sal e Rêber APO dil girtiye, ruxmê ku ev rewş bi xwe tecrîdekî giran e, li kêleka wî ev sê salê dawiyê ev tecrîd zêdetir hatiye girankirin û veguheriye îşkenceyekî. Em radigîhinin ku ev tecrîda li ser Rêber APO çi Jinên Ciwan be, çi ciwan û çi jî gel be ji bo me nayê qebulkirin e.
Çalakiyên greva birçîbûnê ya ku di pêşengiya Leyla Guven de destpêkir, pêl bi pêl mezin bû û ji girtigehan bigrin heya Ewrûpa belav bû. Bi hezaran kes ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo canê xwe razandin ber mirin e. Bi taybet berxwedana zindana zêdetirî ala berxwedanê bilind kirin. Şopdarên Kawayê Hemdem Mazlum Doğan, bi fedakirina canê xwe vê têkoşînê zêdetir mezin kirin û bi çalakiyên canbexşane li derdorê Rêber Apo de bûn xelekekî ji agir. Şehîd Zûlkûf Gezen, Ayten Beçet û duh Zehra Dogan, îro jî Medya Çınar ji bo ev tecrîd were şikandin canê xwe feda kirin.
Ev çalakiyên canbexşane ji bo me wek Jinên Ciwan ên Kobanê mijara rexnedayinê ye. Em wek kesên li derve, ji ber ku di mijara xwedî derketina Rêber Apo de em kêm man, hevalên me yên di nav çar dîwaran de canê xwe feda kirin. Ev çalaki di heman demê de ji bo bêdengiya me yên kesên derve re hişyariyeke.
Ji ber vê ji vê seatê şûnde di destpêkê em wek Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger, hemû gelê welatparêz û xwedî wîjdan ji bo ku tecrîd were şikandin Serî Hildin û heta ku faşizm hilweşe, tecrîd were şikandin ev serhildana xwe bênavber bidomînin. Ev bêdengiya me wê şehadetên nû bîne, ji ber vê jî em bang dikin ku hemû ciwan, jinên Ciwan ên Kurdistanê ji bo xwedîderketina şehîdan û ji bo şehadetên nû pêkneyê rabin ser piyan û bênavber serhildanê xwe bidomînin.”
Çalakiya Jinên Ciwan bi dirûşman dawî bû.
NC- Hamza Munzur/Mazlum Kobanê