Li Girkê Legê meşekî di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan bi tevlî buna sedan ciwanan pêk hat.
GIRKÊ LEGÊ – Li herêma Girkê Legê yê Kantona Qamîşlo meşek di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan pêk hat. Meş bi tevlî buna sedan ciwanan bi daxuyaniyek ber zanîngeha Rojava destpekir.
Daxuyanî ji aliye endama Yekîtiya Jinên Ciwan Ranya Xelef hat xwendîn. Xelef girîngiya û wateya çalakiyên greve birçîbûnê anî ziman û şehîd Zulfuk Gezen, Ugur Şakar û Ayten Beçet yên ku çalakiyên fedaî ji bo şîkandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk anîn, bîr anî.
Pişte daxuyanî meş bi coşek û moralek mezin destpê kir. Ciwanan posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hildan heman demê de pankartek bi weneyên Ayten Beçet, Ugur Şakar û Zulfuk Gezen bi nivîsa ‘Dijî Faşîzmê Serî Hilde’ vekirin. Jinên Ciwan sloganên wek ‘Bijî berxwedana Zîndanan’, ‘Bijî Serok Apo’, Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Leyla’ berzkirin.
Meş heya Werzîşgeha Rîmelan berdewam kir, li wêderê ciwan tevlî pîrozbahiya ji bo Serkeftina YPG, YPJ û QSD li hemberî çeteyên Daiş bûn.