Cenazeyê Medya Çinar ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî, ji aliyê malbatê ve ji Morga Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin. Malbatê cenaze bir gundê Mergîk ê Qosera Mêrdînê. Lê belê leşkerên dagirker nehişt wesayîtên xwestin bi wesayîta cenaze re biçin têkevin rê.
MÊRDÎN – Cenazeyê Medya Çinar ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî, hate veşartin. Bi sedan kesên xwestin tev li merasîma cenaze bibin li têketina gund de ji aliyê leşkerên dagirker ve hatin astengkirin.
Cenazeyê Medya Çinar ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî, ji aliyê malbatê ve ji Morga Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin. Malbatê cenaze bir gundê Mergîk ê Qosera Mêrdînê. Lê belê leşkerên dagirker nehişt wesayîtên xwestin bi wesayîta cenaze re biçin têkevin rê. Her wiha leşkerên dagirker gund dorpêç kir û têketina gund girtin.
HATIN ASTENGKIRIN
Parlementerên HDP’ê jî di nav de bi sedan kes xwestin tev li merasîma cenaze bibin. Lê belê li têketina gund leşkerên dagirker nehiştin welatî têkevin gund. Li ser vê di navbera parlementer, welatî û leşkerên dagirker de pêvçûn derket. Leşekarên dagirker diyar kir ku biryar biryara Walîtiya dagirker ya Mêrdînê ye û kes nikare tev li merasîmê bibe. Piştî nîqaş dewam kir vê carê leşkerên dagirker îdia kir û got: “Malbat we naxwaze.”
CENAZE HAT VEŞARTIN
Piştî van nîqaşan, bi sedan kesên hatin gund li têketina gund sekinîn. Cenaze li goristana gund hat definkirin.