Girtiyên PKK û PAJK’ê: Ligel ku Rêbertiya me çalakiyên fedayî watedar dibîne, helwesta wî ya rêgezî tê zanîn. Divê hevrêyên di zindanê de hemû li gorî vê pîvana rêgezî tevbigerin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê yên di zindanan de ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger, Denîz Kaya daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Pêngava berxwedanê ya ‘em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ bi çalakiyên fedaî re ketiye qonaxeke nû” û wiha pêde çû:
“Bi pêşengiya hevrê Leyla Guven, li zindanan xeta berxwedanê pêş ket û bi tevlîbûna bi hezaran hevrêryên me yên PKK û PAJK’î, ne roj û meh, demsal li pey xwe hiştin û berbalavî her çar aliyê dinyayê bû.
Ev berxwedan li dijî tecrîda li ser Rêber Apo ku di kesayetiya wî de di serî de gelê Kurd, li ser tevahiya gelan, bindestan tê pêkanîn, hatiye destpêkirin. Lewre bi vê aramancê divê her kes derkeve kolalan, dengê xwe li dengê berxwedêran bilind bike. Lewre pêkanîna çalakiyên fedaî yên hevrêyên me nîşan dide ku asta berxwedanê gihiştiye lûtkeyê. Desthilatdariya faşîst, nişadperest a AKP-MHP’ê ku li dijî Kurdan û hemû bindestan ji bilî komkujiyê ne xwedî hişmendiyekê ye, qirkirinê li ser gelê me dide ferzkirin.
Meşaleya azadiyê ya ku ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan hatî pêxistin, bi Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan; paşê bi berxwedana hevrê Leyla Guven û Nasir Yagizan pêş ketî, bi hevrê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar, Zehra Saglam û Medya Çinarê bi lehengî didome. Ji rikê hişmendiya faşîst, nijadperest, em jiyanê bibijêrin; heke em çalakiyên xwe bi takekesî, hestiyarî bi hestên rêxistinkirî pêk neynin, em ê bi heqîqeta xwe re bikevin nav nêzikatiyeke nebes ku ev jî li hemberî rastiya Rêbertiyê û ketina xeta wî; dibe faktoreke astengdar. Heke em bi hest û ramanekî bêtir rêxistinkirî nêz bibin û wisa tevbigerin, em ê bikarin tecrîda li ser Rêbertî gelan bişkînin û faşîzm wê teqez bê têkbirin, berxwedan bi serkeftinê bê tacîdarkirin. Fêmkirina fikr û felsefeya Rêbetiyê, bi jîndarkirina wê ve gengaz dibe. Ev rastiyeke ku hemû hevrê dizainin; ligel ku Rêbetî çalakiyên fedaî watedar dibîne, helwesta wî ya rêgezî tê zanîn. Divê hemû hevrêyên di zinanan de di dorhêla vê nêzîkatiya rêgezî de tevbigerin.
Em têkoşerên azadiyê yên pêngava berxwedanê ya ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin’ bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armanc, xewn û xeyalên wan pêk bînin.
Em careke din dibêjin, bila serê malbatên hevrêyên Zulkuf, Ayten, Zehra, Ûgûr û Medya Çinar sax be, bila serê gelê me û me hemûyan sax be.
Gotina bavê hevrê Ayten Beçet watedar e ku digot, ‘Heta ku dawî li tecrîdê neyê anîn, heta ku faşîzm neyê hilweşandin, ev agir îro mala min şewitand, wê sibe ya te bişewitîne’. Ji ber vê yekê divê li dijî zîhniyeta kujer faşîst qirker em hemû bi hev re li ber xwe bidin, dawî li tecrîdê bînin û azad bibin. Em dibêjin, heta ku daxwazên me bên qebûlkirin wê berxwedana me bidome.
Em careke din bang li gelê xwe, raya giştî ya Tirkiyeyê û navneteweyî, saziyên demokratîk û mirovên xwedî wijdan dikin; berî ku sibe dereng bikeve, ji bo şehadetên nû rû nedin bibin dengê me; em bi hev re li dijî tecrîdê bisekinin.”