Bi dehan endamên Tevger Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi meşeke meşaleyî piştgirî dan berxwedana girtîgehan û êrîşa li dijî benda kontrolê ya Hêzên Erka Xweparastinê ya Minbicê şermezar kirin.
MINBIC – Li bajarê Minbicê, bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo piştgiriya bi berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de meşek bi meşaleyan li dar xistin. Meş ji pêşiya avahiya Trafîkê ya li ser rêya Helebê ber bi benda Kontrolê ya Çerxerêya Şerîa ya başûr bajêr ku duh êrîş li dijî wê hatibû kirin, ve destpê kir.
Ciwanan, meşale, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, alên Hêzên Erka Xweparastinê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Yekîtiya Jinên Ciwan, wêneyên şehîdan, pankartên bi nivîsên “Bi agirê serhildê em ê tecrîdê bişewitînin”, “Bi agirê we, bi berxwedana we, bi têkoşîna we em ê faşîzmê têk bibin” û “Bi pêşengtiya jinên ciwan em ê dîwarê Îmraliyê hilweşînin” hilda bûn.
Meş li cihê êrîşê rawestiya, li vir deqeyeke rêz hate girtin û daxuyanî ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Esma Remo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Çalakî û xwepêşandanên me yên li dijî kiryarên Tirkiyê yên li hemberî girtîgehên ku tevî hemû astengiyan li ber xwe didin, berdewam e. Berxwedana Leyla Guven a leheng a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku ket roja xwe ya 139‘an û hê jî berdewam e, nayê jibîrkirin.
Kiryarên faşîzmaya Erdogan bi rêya xedir û êrîşên ji paşde derbasî herêmên me bûn, çeteyên Erdogan duh bi şev nuqteyên hevalên me yên Hêzên Erka Xweparastinê kirin hedef, bi xedir êrîş kirin, lê wê armancên wan neghêje serî, xwîna şehîdên me yên leheng bi berxwedana girtiyan tevlihev bûye, her yek hevdu temam dikin, li ser vê yekê em vê kiryarê şermezar dikin û sekinandina xwe ya li hemberî her cûre serdestî û destwerdanên derve radighînin, em ê serî hildin, tolê rakin, tecrî û faşîzmaya Erdogan hilweşînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana zindanan û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.