El Arabia TV li ser esasê analîza ku di dergiya ‘The Atlantic’ hatibû weşandin têkiliyê ticarî navbera tirkî û DAIŞ’ê eşkere kir. El Arabia di nûçeya xwe de diyar dike ku zêr û perê ku DAIŞ nava 6-7 salên dawî qenzenc kiriye li tirkiyê te rawestandin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Televizyona ku li cihan û Rojhilata Navîn tê zanin û li Sudî Erebîstanê weşan dike têkiliya tirkiye û Daiş’ê ya tîcarî derxist holê. Di nûçeya bi sernivîsa “Qaseya zêr û perê DAIŞ’ê li Tirkiyê ye” têkiliyên tirkiye û Daiş bi berfireh hate vekirin.
El Arabia TV li ser esasê analîza ku di dergiya ‘The Atlantic’ hatibû weşandin û bi agahî û belgeyên ku di destê wan de bû nûçeyek derbarê têkiliyên tîcarî yên tirkî û Daiş’ê amadekir. Di nûçeyê de tê gotin ku piştî Daiş’ê têkçuyîna xwe dit, zêr û perê xwe li tirkiyê komkir. Ev zêr û pere Daiş ji xwe re wek xenîmeteke ku di navbera 6-7 salan komkiribû bi nav dike. Li gorî agahiyên xebatkarekî ewlehiyê ku li Îrakê dimine, Daiş’ê piştî ku li Îrak û Suriyê ket bin dorpêçekê têkiliyê xwe ê tîcarî bi tirkiyê re avakir û zêr û perê xwe transferî tirkî kir.
Perê Daiş’ê li tirkî di destên endamên Daiş’ê de ne ku dewleta tirk a dagirker çavê xwe jê re digre. Daiş ev perê hertim dixe faalîyetê û zêde dike. Endamên Daiş’ê en li tirkiyê di heman demê de berpirsyarê firotina petrola Daiş’ê ne. Enkara jî çavê xwe ji wan re digre û ji bo faalîyetê wan nabe asteng.
Di nûçeyê de tên gotin ku Daiş wek leşkerî xelas buye, lê ev pere û zêrê Daiş dîsa jî ji bo jinûve birêxistinkirina çalakiyan xwe bikar tinîn.
Di nûçeyê tê diyar kirin ku Daiş li Hewlerê jî perê xistiye nava tîcaretê û bi vî awayî hertim perê xwe zêde dike. Her wiha tê gotin ku polisên Hewlerê operasyon li hemberî cend şîrketên Daiş pêk aniye û di opersyona hatiye ditîn ku Daiş xwe li Hewlerê sazkiriye.
Di dawiya nûçeyê de tê gotin ku Daiş bi çekê têk çuye, lê bes bi aboriya xwe hin pir bihêz e. Ji niha û pêv wê şerê aborî li dijî Daiş’ê destpê bike.