Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Navenda Parastina Gel: ‘Ruhê hevrê Egîd yekane garantiya azadiyê ye’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/03/2019 - 10:48
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
‘Çalakiya Çelê encamgir û serkeftî ye’
ParvekeTweet

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Hefteya Lehengiyê pîroz kir û diyar kir, “Ruh û sekna leheng a hevrê Egîd yekane garantiya azadiyê ya gelê me ye. Hevrê Egîd lehengekî rasteqîn e ku wê timî ji aliyê gelê me ve bê bîranîn.”

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li ser Hefteya Lehengiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Jiyana azad ji bo gelan rûmeta herî mezin û helwesta herî bedew e. Gel û înên bindest ên ku di dîrokê de azad nebûne, bi saya destanên mezin ên lehengiyê xwegihandina vê rûmeta mezin. Lehengî tê wê wateyê ku ji bo azadiya gelekî, hebûn û azadiya welatî li refên herî pêş bimeşe, metirsiya li ser gel ji kûrahî ve bibîne, ji bo çareserkirina rojên zor û zehmet bi biryardarî, coş û enerjiyê her li pêş bimeşe. Jİ ber vê yekê di dîroka azadiyê ya gelan de cihekî gelekî taybet ê lehengên gel hene. Lewma rojên lehengiyê yên gelekî nîşaneya hebûn, berxwedêrî û hêviya gelekî ye li dijî zilm, mêtingerî û tinebûnê.”

Daxuyanî wiha ye:

“Di Têkoşîna Berxwedana Apoyî de hefteya lehengiyê jî tê wateya rojên pêkanîna azadî û parastina hebûn, vejîn û berxwedanê. Gelê Kurdistanê, ji 21’ê Adarê roja çalakiya lehengiya mezin a hevrê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan heta 28’ê Adarê roja şehadeta fermandarê nemir hevrê Mahsûm Korkmaz (Egîd) li Çiyayên Gabarê weke ‘Hefteya Lehengiyê’ pîroz dike. Van lehengên ku xwe feda kirine û bi nivîsandina destanên lehengiyê serketin misoger kirine bi bîr tîne.

RUHÊ HEVRÊ EGÎD YEKANE GARANTIYA AZADIYÊ YE

Sekna leheng a fermandarê me yê nemir hevrê Egîd ku ‘Lehengê Gel ê Neteweyî’ ye, di şerê hebûnê yê gelekî li ber tinebûnê de, kir ku gelê me ji helandinê rizgar bibe û ji nû ve veje. Hevrê Egîd pê bawer kir ku divê li Kurdistanê têkoşîna gerîlatiyê bê kirin û pêşengî ji vê têkoşînê re kir. Mîrateya ku wî ji me re hişt, rastiya civak û kesayetên ku ji bo azadiyê şer dikin afirand, bi deh hezaran ciwanên dan ser şopa wî bi baweriya ji serketinê tevlî têkoşînê bûn. Afirîner û fermandarê mezin ê Pêngava 15’ê Tebaxê ya pîroz hevrê Egîd, sekna wî ya bi dîsîplîn, wêrek, bi biryar û qewîn a li ser xeta Rêber Apo, yek ji hîmên bingehîn ên serketina vê berxwedanê ye. Vê helwest û seknê bandor li tevahiya Kurdistanê kir, li ser bingeha ruhê lehengiyê yê fermandar Egîd îro gelê Kurdistanê di şexsê DAÎŞ’ê de derbeke girîng li paşverûtiya dinyayê xistiye û di rêya parastina rûmeta mirovahiyê de gaveke mezin avêtiye. Lewma ruh û sekna leheng a hevrê Egîd bûye yekane temînata azadiyê ji bo gelê me. Ew lehengekî rasteqîn e ku wê her timî ji aliyê gelê me ve bê bîranîn.

Partiya me PKK ku bi rêbertiya Serok Apo ji bo siberoja bi rûmet-azad a gelê me têdikoşe, xelekên şehadetê hemû veguherand pêngaveke mezin û bi vî rengî bîranîna şehîdên me derxist asta herî bilind. Partiya me li pêşberî şehadeta fermandarê hêja hevrê Egîd, di çarçoveya vê kevneşopiyê de hîmên artêşbûna gerîla li Kurdistanê danî û ev artêşbûn jî kir sparteya herî mezin a rastiya gelê têkoşer. Li ser bingeha ruhê lehengiyê yê Egîd û Mazlûman bi hezaran Kurdistanî tevlî nava refên têkoşînê bûn û bi têkoşîna xwe ya bênavber Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê gihandin asta serketinê. Rastiya Kurdan a ku li çiyê, bajar, deşt, zindan û li her devera lê ne têdikoşin, wê bi ruhê Egîdan û fedayîbûna Apoyî ya Zîlanan bi ser bikeve û Egîdan nemir bike.

Li dijî sîstema tecrîdê ku rejîma AKP-MHP a mêtinger qirker li ser Rêber Apo ferz dike, greva birçîbûnê ya bi pêşengiya şoreşgera hêja Hevseroka KCD’ê Leyla Guven veguheriye pêngava ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’. Fedayîbûna di vê pêngavê de derkete holê, di şexsê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar û Ûgûr Şakar de leheng afirand, di Hefteya Lehengiyê ya 2019’an de ruhê Egîdan bilind kir û ji niha ve mizgîniya serketinê da.

EM Ê DI MEŞA AZADIYÊ DE XWEDÎ LI BÎRANÎNA EGÎDAN DERKEVIN

Em, şopdarên fermandarê mezin hevrê Egîd; Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê fedayî û biryardariya ku di civîna Konseya Fermandariyê de bi dest xist, wê bersivê bidin pêvajoyê. Li ser bingeha projeya jinûve avabûnê, wê xeta gerîla ya nû ya hemdem bi cih bînin, di meşa serketinê de wê bîranîn û ruhê Egîdan esas bigirin.

Bi wesîleya salvegera 33’an a şehadeta mezin de, di şexsê fermandarê nemir hevrê Egîd de em şehîdên xwe hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku biryardarî û çanda leşkerî ya ku Egîdan afirand, wê timî rê nîşanî me bide; li ser vê bingehê em Hefteya Lehengiyê li gelê xwe û hevrêyan hemûyan ên li ser xeta Egîdan têdikoşin pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

DGH li dijî tecrîdê û ji bo tolhildana şehîdên fedaî rêz çalakî pêk anî

Nivîsa Pêş

Li 4 navçeyan operasyonên leşkerî: Bi ser malan de girtin, şikeftên dîrokî rûxandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li 4 navçeyan operasyonên leşkerî: Bi ser malan de girtin, şikeftên dîrokî rûxandin

Li 4 navçeyan operasyonên leşkerî: Bi ser malan de girtin, şikeftên dîrokî rûxandin

Leyla Guven li dijî tecrîdê 141 rojin têdikoşe

Leyla Guven li dijî tecrîdê 141 rojin têdikoşe

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.