Operasyonên leşkerî yên herêmên çolterên navçeyên Amedê zêde bûn. Operasyonên leşkerî yên taxên çolterên navçeyên Farqîn, Hezro, Lîcê û Pasûr ên Amedê ji 25’ê Adarê ve berdewam dikir. Hat destnîşan kirin ku di operasyona leşkerî de, leşkerên dagirker şikeftên dîrokî yên li herêmî bi îdîaya HPG’î weke stargehan bikar tînin, bi bombeyan rûxandin.
AMED – Di operasyonên leşkerî yên taxên çolterên navçeyên Farqîn, Hezro, Lîcê û Pasûr ên Amedê hatin lidarxistin de, leşkerên dagirker bi ser gelek malan de girtin, 1.123 kes di kontrola GBT’ê re derbas kirin û şikeftên dîrokî rûxandin.
Operasyonên leşkerî yên herêmên çolterên navçeyên Amedê zêde bûn. Operasyonên leşkerî yên taxên çolterên navçeyên Farqîn, Hezro, Lîcê û Pasûr ên Amedê ji 25’ê Adarê ve berdewam dikir. Hat diyar kirin ku operasyonên leşkerî yên bi tevlîbûna yekîniyên taybet û cerdevanên dagirker berdewam dikirin, di saetên şevê de bi dawî bû.
BI SER MALAN DE GIRTIN Û KONTROLA GBT’Ê KIRIN
Hat ragihandin ku yekîneyên leşkerî û cerdevanên dagirker beşdarî operasyonan bûn, dibin ÎHA û SÎHA’yan de, bi malên taxên çolter û gomên navçeyan de girtin, kontrola GBT’ê ya hezar 123 kesan kirin û di nokteyên legerînê de wesayîtên welatiyan di kontrolê re derbas kirin.
ŞIKEFTÊN DÎROKÎ RÛXANDIN
Hat destnîşan kirin ku di operasyona leşkerî de, leşkerên dagirker şikeftên dîrokî yên li herêmî bi îdîaya HPG’î weke stargehan bikar tînin, bi bombeyan rûxandin.