Komîteya Rêvebir a HBDH’ê berxwedêrên Kizildereyê bi bîr anî û got ku “Kizildere li dijî faşîzmê banga yekîtî û tifaqê ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêvebir a HBDH’ê gotinên pêşengê tevgera şoreşa Tirkiyeyê Mahîr Çayan bi bîr anî yê ku dibêje “Beriya 12’ê Adarê û piştî wê wekî du cîhanên ji hev cihê ne.”
HBDH’ê got ku “Serdem wekî gotina Mahîr Çayan e yê ku li Kizildereyê tevî 9 hevalên xwe şehîd bûye. Li aliyekî parzemîna Asyayê û li aliyê jin jî gelên mêtinger ên ku dibêjin çend Vîetnamên din. Li aliyekî parzemîna Efrîkayê û Amîlcar Cabral û li aliyê din jî xeyaletên enternasyonalîst ên ku li daristanên Kongoyê digerin. Li aliyê din jî gerîlayên gel ên ku li Rojhilata Navîn şer dikin. Bu kurtasî tevgera ciwanên salên 1968’an.
Di nav vê tevgerê de Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya rêya şoreşa Tirkiyeyê ew ê ji nû ve tarîf bikin û bi pratîkeke milîtanî wê berê xwe bidin Kizildereyê. Li ser esasê wî şerê gerîlayan ew rêya şoreşa Tirkiyeyê bû. Gerîlayên THKP-C û THKO’yê li dijî faşîzmê tifaqek ava kiribûn û di warê encamên vê rêyê de zelal bûn. Ev tercîheke polîtîk bû.
Wan bi tifaqa li dijî faşîzmê, tifaqa eniya rizgariyê ya gelên Tirkiyeyê diyar kirin. Ew mirin lê teslîm nebûn û têk neçûn. Gotinên ‘Bijî wekheviya gelên Kurd û Tirk’ ji celadan re bû derd.
Îroj krîz her ku diçe kûrtir dibe, daxwazên demokratîk ên gelên kedkar ên Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Grevên birçîbûnê û berxwedanên li zindanan didome. Ev pêşketin diyar kir ku Erdogan ne alternatîfeke bi tenê ye. Ji ber vê jî bi MHP’ê re tifaqa faşîst ava kirin. Ji bo pergala wan a kapîtalîst hilneweşe, tifaqa ÎYÎP-CHP’ê wekî tercîheke din pêşkêşî gelê me dikin. Gelên Tirkiye û Kurdistanê, ne muxtacî van tifaqên li dijî şoreşê ne.
Em HBDH tifaqa alternatîf a li dijî faşîzm û emperyalîzmê ne û em baweriyê bi vê rêyê tînin. Em bang li gelê xwe dikin ku dakevin qadan û em faşîzmê hilweşînin.”