RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
Sema Yûce: Derfetên azadiyê bi dest xistin û şer kirin e
Sema Yûce; ew jinek bi nirx e lewra di şeva Newrozê 21’ê Adarê de li hember kesayetên ku di bingeha hevkariyê de bi dijmin re dibin yek, serî natewîne, napejirîne, bedenê xwe dike agir û dişewitîne. Demekî dirêj berxwe dide lê, di 17’ê Pûşberê de nefesa xwe ya dawî dide. Ev çalakiyeke canbexşane ye. Di heman dîrokê de rêheval Fîkrî Baygeldî jî ji bona ku bersivekî bide çalakiya heval Sema bi heman şêwazî çalakiyekî li dar dixe û xwedan bîranîna heval Sema derdikeve. Bêguman divê li ser her du çalakiyan jî lêhûrbûn bikin û teqez ders bên derxistin. Bi îradeya xwe yên cewherî re hêza, xwe şewitandinê derdixin holê, tevahiya pakbûn û kirêtiyan ji hev du cuda dikin, bi agirê bedenên xwe re zelalî ava dikin.
Sema Yûce jî heman demê de wek kesayeta Zîlan derdikeve pêş. Di çalakiya wê de gelek milên xweşik û bi hêz hene. Serî natewîne, serhildêr e û her ku diçe dixwaze xwe watedar bike. Li hember dijmin û îxanetê hêrsekî mezin dijî. Di nava jiyana girtîgehê de bêguman têkoşîn kirin xwedan girîngiyeke hîn mezintir e. Divê wateyê de ew, di berxwedaniya zindanan de teqez mînak e, ji bona pirsa “Çawa bijîn” re jî misoger bersiva rast e.
Rastiya Sema di wateya; eşq, bedewî û şerê azadiyê bi awayekî mezin dayîn de ye. Hesreta wê a herî mezin; derfetên azadiyê bi dest xistin û şer kirin e… Ên ku nikaribin bi derfetên azadiyê re bi awayekî rast nêz bibin, li hember vê bîranînê di rewşa pelçiqandinê dijîn de dimînin. Dibêje; “Agirê netemirînin” Gelo ji vê mezintir fedekarî û wêrekî dibe? Ji bona xwe berjewendiyeke herî biçûk jî tine ye. Ev agireke milîtan e û li hember şaşîtiyan dibe mertal. Wek Rojê sotîner e.
Rehşan Demîrel: Pirêke ku girseyê me ya li Metrepolan bigihîjîne welat e
Berxwedaniyeke mezin e, li ser kela Îzmîrê rewşeke xwe şewitandinê heye. Berxwedaniya jineke Kurd û ciwan a bi navê Rehşan Demîrel heye. Rastiya Merdînê û Kurdistanê heta gihaye li wir û ji xwe welatparêzî bi bandor e. Di vê jina ciwan de jî di milekî de azweriya şer û azadiyê li pêş e, li aliyekê de jî lewazî hene. Şerê rêxistinî li ser rastiyê jî bandor dike. Di rojên Newrozê de jî bi awayeke lez û dijwar tê jiyîn. Diyare ki li vir bi rengekî bêhempa xwedayîna şerê azadiyê heye lewra dixwaze tiştekê bike. Lê belê ji ber ku hêza teorîk û asta pêşxistina pratîkê nabîne li hember vê dixwaze tiştekê jî bike ji ber vê yekê serî li rêbazekî cuda a çalkiyê dide. Rastiyên civakî û rastiya Newrozê a vejîner, çalakiyeke wiha a meşaleyî derdixe holê.
Me got çalakiyeke wiha ji bona me watedar e. Dibêjim; xwe gihandiye hêza fermandariyê û vê yekê îspat kiriye. Eger ku bi sedan kesan li pey xwe dide meşandin wê demê ev dibe risteke fermandariyê. Bi taybetî rê li pêşiya tevlîbûnên jinan vedike ji ber vê yekê di azadiya jin de xwedan ked e.
Zekiye Alkan: Li hember her cure kolebûnê bertekekî herî watedar e
Şehîdên dawî yên Newrozê hene. Yek ji wan jî Zekiye Alkan e û li ser wê jî me nirxandin kiribû. Ev jî li Amedê pêk tê. Bêguman girêdanbûna vê şahadetê bi şahadeta Mazlum re jî eşkere li holê ye. Çawa ku rêheval Mazlum li hember radestbûnên ku li girtîgehê dihat tepisandin çalakiyeke mezin re dibe bersiv, di vê bingehê de berxwedaniya Zekiye Alkan jî xof û rewşa neçariyê ku li ser gelê Amedê û pê re girêdayî li ser tevahiya gelên Kurdistanê tê tepisandin re dibe bersiveke pirî mezin. Nakokiyên mezin jiyan dike. Nakokiyên di nav bera azadî û ketîbûnê de dixwaze çareser bike ji ber wê xwedan wate ye. Kesayetên wiha berxwedaniyên mezin derdixin holê. Kesayetên ku nakokî jiyan nekin bêguman nikarin berxwedaniyên watedar re pêşengtî bikin.
Rêheval Zekiye hewldide ku bibe jineke azad. Dibêjin ku; nikare serbikeve, aciz dibe, li hember vê yekê bi hêrs dibe û bi van fikaran re diherike, di pêvajoyeke wiha dijwar de çalakiyeke mezin li dar dixe. Ji bona me jî ev yek hîn zêdetir xwedan wate ye. Ji xwe kesayetên rihet û ji xwe emîn be nikare çalakiyeke wiha mezin pêkbîne. Kesên ku jixwe razî bin, dildarên xwe bin ne gengaz e ku serî bi çalakiyeke wiha bidin. Lêgerîna azadiya jin girîng e. Ji xwe beriya ku ev destpê bike ne gengaze ku çalakiyeke wiha bê fikirandin û teqez wêrekiyek wiha jî pêş nakeve.
Dixwaze bibe çalakvaneke mezin û azweriya azadiyê mezin dijî. Li ser Sûrê Amedê di roja Newrozê agireke mezin di bedenê xwe de dike meşale û îlana vê yekê dike.