Şanoya “Çiyayê Kurmênc” yê ku li naveda Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo tê amade kirin, yek ji van îfadeyên civakî ne. Di vir de ciwanên Efrîn û Cizîrê bihevre tevlî vê xebatê dibin. Şanoger, Nivîskar û Derhêner bi navê Raperîn Hesen Hilkawi ji Nûçe Ciwan re axivî û hezkirina xwe ji bo xebatên çand û hunerê anî ziman û derbarê lîstoka şanoyê ya Çiyayê Kurmênc cend agahî da.
QAMIŞLO – Di her mirovekî de tiştek hatiye çandin û her kesek ji dîroka xwe bandorbûye ku dîsa bi şêwazekî xwe îfade dike. Eger ev helbest be, an lêdana tambûrê, an cûreyên din ên sporê û her wekî din.
Şanoya “Çiyayê Kurmênc” yê ku li naveda Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo tê amade kirin, yek ji van îfadeyên civakî ne. Di vir de ciwanên Efrîn û Cizîrê bihevre tevlî vê xebatê dibin.
Şanoger, Nivîskar û Derhêner bi navê Raperîn Hesen Hilkawi ji Nûçe Ciwan re axivî û hezkirina xwe ji bo xebatên çand û hunerê anî ziman û derbarê lîstoka şanoyê ya Çiyayê Kurmênc cend agahî da.
Şanoger Raperîn wiha behsa xebatê xwe û naveroka şanoya xwe dike:
“Bi destpêka Şoreşa Rojava re min dest bi xebatên şano kir. Cara yekem min di şanoya ‘Dadgeh’ cihê xwe girt û di hindek skecan jî rol wergirt. Di Festîvala Mîtan ya şanoyê a yekemîn de min di lîstoka ‘Hirçê’ de di beşa şanogerê bêdeng de xelet wergirt. Min di çêkirina 2 filman jî cihê xwe girtiye. Herî dawî min û hevalê xwe Ednan Mustafa lîstokek şanoyê li ser berxwedana Efrînê bi navê ‘Çiyayê Kurmênc’ nivîsand. Ez bixwe jî di lîstokê de cih digrim û ez karektera Zingarîn zindî dikim. Zingarîn ajanekî dewleta Tirk e, lê ji ber ku ji berxwedana gel li hemberî dagirkeran bandor dibe, vedigere ser hişê xwe û dibe welatparêzek.”
Grûba wan bi mehan xwe ji bo pêşkêşkirina şanoya xwe, xwe amade kirin. Ji skript heta cilê xwe heta ziraviya herî biçûk biplan kirin.
Lîstoka şanoyê ya “Çiyê Kurmênc” wê roja Şemîyê di dîroka 30.03.2019 li şanogeha Mihemed Şêxo bê pêşkêş kirin.