“Ji ku û çawa were destpêkirin? Çi werin nîqaşkirinê û çi werin nirxandin? Hin caran pirsgirêkên gelek girîng ji nedîtî ve têne. Hin caran jî tiştên bêeleqe bi rojan di rojevê de tên girtin. Çapemeniya alîgir û nanxur, di manipulekirina mijarên jiyanî de pispor in. Her yekî hêmanê şerê teybet in û qey ji heman febrîqeyê derketine. Her yekî weke ya din e. Hinek rojnamegerên dilsoz û dilpaqij tenzîh dikim. Jixwe rojnamegerên xwediyê wijdan jî an hatine girtin û di zindanê de ne an jî bi vederkirinê re hedef tên nîşandan.
Hêzên serwer çawa ku li Rojhilata Navînê bêçareseriyê bi polîtîkayên rojane kûrtir dikin, çapameniya şerê teybet a TC jî heman siyasetê li Kurdistanê û Tirkiyeyê dimeşîne. Mecbur e ku bêçareseriyê kûrtir bike, ji ber ku polîtîkayên wan ên çareseriyê nîne. Bi polîtîkaya bêçareseriyê ve rojevên esas tên manîpulekirin. Û ev jî herî zêde li ser Tevgera Azadiyê tê kirinê. TC, Tevgera Azadiyê ku tenê xwediyê polîtîkaya çareseriyê ye, bi xistina navenda bêçareseriyê re şerê teybetê didomîne. Vî tiştî him di polîtîkayên kurtedemî de him jî di polîtîkayên demdirêj de wek alavek jêneger bi kar tîne. Tevgera Azadiyê wek serê gunehan tê nîşandan. Û her tişt bi fişalkirinek tirsnak, ji yekî re bi tevlî kirina pênc ve tê dayîn. Rojeva esas ev in lê mijarên jiyanî diavêjin aliyekî û bi dizîka dixwazin bidin jibîrkirin. Wisa jî gel ji rojeva esas, ji çavkaniya pirsgirêkan dûr dibe. Lêbelê li Tirkiyeyê çavkaniya pirsgirêka esas bisazîbûna faşîzma AKP-MHPê ku di bin tîfaqa Komarê (Cumhur) de tê meşandin e. Hişmendî hişmendiya MHP a faşîst e lê yê ku propaganda dike hişmendiya faşîzma kesk a AKPê ye. Û ev hişmendî jî olê di bin oldariyê de îstîsmar dike. Girseya faşîst, ji faşîzmê aramiyê digre. Yên ku xwediyê wicdan û rewişt in jî di bin oldariyê de tên îstîsmarkirin. Bi vî rengî jî faşîzm xwe ava dike. Çawa ku demeke li Tirkiyeyê polîtîkayên mîlîtarîstkirinê li rojevê bû, îro jî faşîzm di rewacê de ye. AKP-MHP, bi gotina tîfaqa Komarê (Cumhur), civakê ber bi mehsereya derewa ve kaş dikin. Tîfaqa ku AKP û MHP çêkiriye, tîfaqa faşîzmê ye. Hevpariya faşîzma kesk û ya reşê ye. Û ev jî îro di bin navê oldariyê de tê kirin.
Gelo li hemberî faşîzmê gel bêçare ye? Na. Her dem hêvî heye. Û her tim çareseriya gel jî hîn tûjtir û afirîner e. Gel tu dem hilbijartinê wek riya derketinê jî nedîtiye. Bi hilbijartinan faşîst û dîktatoran têk nebirine jî. Ji ber ku faşîzm hez dike ku di hilbijartinan de wek yekemîn derkeve û bi dekûdolaban dikarin hilbijartinê qezenc bikin. Ev ne pirsgirêk e. Yê esas rabestiya gel a li hember faşîzmê ye. Helwesta wan e. Li hemberî vê dengê xwe derxistin e. Faşîzma AKP û MHP, bûne belayê serê gelan û hemû mafên gel jî nijde dikin. Aborî, ketiye binî û bêkarî gihîştiye 20 mîlyonan, mirov tenê ji bo têrbûna zikê xwe dixebitin, zanîngeh kirine wek leşkergeh û lîse jî kirine wek hêlîna faşîzmê. Li nava civakê polîtîkaya dijberkirinê dimeşînin. Pêdiviya gel heye ku ji vê faşîzmê rizgar bibe. Belê, hilbijartin ji bo ji faşîzmê rizgar bibin zemîneke ne. Diyarker e. Lê şefê faşîst, bi riya çapameniya şerê teybet re bi vekirî got ku “Hilbijartin ne di xema min de ye û encam çi be bila bibe dîsa wekî ya xwe bikim“. Ango wendahiyek mezin jî bibîne dîsa jî desthilatdariyê wê bernade. Ji ber vî yekî jî divê gel ji hilbijartinê re pişta xwe nede, bala xwe ji bûyerên ku piştî hilbijartinê wê biqewimin re bide. Tirkiye, bi polîtîkayên şefê faşîst ve ber bi aloziyê wê here. Ji şefê faşîst re jî gotina “RAWESTE“ bi birêxistinbûna gel ve wê pêk were. Bi pêşengiyek rast a ciwanan ve wê pêk were.”
ANDOK ÖZGÜR