“Heta niha jî, pîvana herî bingehîn a hebûna demokrasiyê dengdayîn e. Dema li ciyekî şênî yan jî endam bi dengên xwe yên azad nûnerên xwe ji bo parlamenê, şaredarîyê û meclisa şaredariyê, saziyên civakî û hwd hildibijêrin, ew di heman demê de jî baweriya xwe ya bi wan kesan jî diyar dikin. Bêguman her cure hilbijartin bi maneya beşdarbûn û destnîşankirina birêvebiriyeke demokratîk a gel, xwedî ciyekî girîng e. Hilbijartin bi dewreke bingehîn a civakî û çînayetî radibin. Lê heger a pêk tê anîn, hilbijartinên herêmî bin, gel hê bêtir elaqedar e û ji bo gel xwedî wateyeke jiyanî ye. Ji ber ku ew ê dengê xwe ji bo wan kesan bide ên ku dê bi pirsgirêkên wî yên rojane re elaqedar bibin.
Paqijî û birêkûpêkbûna kolana ew her roj tê re derbas dibin, hebûna ava wan a vexwarinê û pêwistiyan, binesaziyeke saxlem a tax û kolanan ku xwe li himberî her cure bûyerên avhewayî digire, xizmetên tenduristiyê ji bo gundî û xelkê xizan, parastina jîngeh û avakirina park û baxçeyên gelêrî, ji bo ciwanan çêkirina sehe û amadekirina derfetên sporê, dîsa xizmetên çandî; pirtûkxane, sînema û şano, avakirina komên folklorê, avakirina malên gel û hwd. Ev hemû kar in ku divê bên kirin di çarçova erk û xebata şaredariyan de ne. Heger hinek ji van xizmetan ne rasterast di nava desthilatî û erkdariya Şaredariyan de bin jî, lê ew dikarin hinek rêyên alîkariyê ji bo van sehayan peyde bikin.
Dîsa şaredarî dikarin rê li pêşiya karmendan vekin ku bi zimanê dayika xwe dizanin û rê li pêşiya karmendên mêr bigirin ên ku li dijî jin û zarokan şidetê bi kar tînin… Herwisa jî ew dikarin têkiliya bajarên Kurdan bi yên li derveyî welat û yên Rojava re li ser esasê xuşkebiratiyeke bajarvaniyê çêkin.
Derfetên ku şaredarî xizmetê ji gelê xwe re bikin û gel li ser esasê çand û nasnameyên herêmî xurt bikin; zêde ne. Bi taybetî di rewşa Kurdistanê de ev xebat xwedî dewreke jiyanî ne. Sedem ev e ku dewlet ewqasî bi dijwarî êrişî şaredariyên me dike. Dewlet bi taybetî naxwaze ku gelê Kurd navmala xwe li gorî dilê xwe saz bike û wê bi motîfên xwe yên neteweyî ji nû ve raxe. Navên kesayetiyên navdarên xwe yên hunerî û çandî li kolan û taxên xwe bike. Xizmeteke pirr çandî û zimanî bide hemwelatiyan.
Dîsa ji ber vê ye ku bi taybetî dema endam an jî hilbijêrên herêmî dengê xwe ji bo birêveberên xwe didin, ew dixwazin wan kesan baş nas bikin ên ku dê nûneriya wan bikin. Bi nêrîna min, ev jî mafekî herî suriştî yê hilbijêran e. Lewma jî, pirraniya caran HDP´ê hewl daye, berendamên xwe yên şaredariyê bi dengên endam û xebatkarên xwe hilbijêre ango gel bi awayekî giştî beşdarî pêvajoya xwebirêvebirinê bike. Her wisa jî, li hevkirineke berfireh a tebaqeyên cuda yên civakê ji bo berendam divê hebe. Ev rêyeke herî baş e û xweziya li hemû bajaran berendamên şaredariyan bi vê rêbazê bihatana diyarkirin.
Belê 31´ê Adara 2019´an li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartinên herêmî çêdibin. Esas, mirov çiqasî dikare ji vê hilbijartinê re bibêje hilbijartin, ew jî ne diyar e. Çûna sersindoqan û dayîna dengan wek me di destpêkê de îşaret pê kir, hîmekî esasî ye lê bi tena serê xwe têrê nake ku mirov ji hilbijartinekê re bêje, ew hilbijartin bi awayekî demokratîk pêk hatiye. Ji ber ku divê dewletek demokratîk hebe. Divê burokratên dewletê şert û mercên hilbijartineke dadwer û demokratîk amade bikin; ji bo hemû partiyên beşdarî hilbijartinê dibin. Nehêlin ku tesîra serok an jî partiyekê li ser encamên hilbijartinê karîger be, wek soranîaxêv dibêjin.
Lê mixabin li Tirkiyeyê îro ji bilî partiyên AKP, MHP û çend partîkên terî û poçîkên wan pê ve, hemû partiyên din di nava zor û zehmetiyan de beşdarî hilbijartinan dibin. Her çendî zexteke sivik li ser partiyên sîstemê yên din hebe jî, lê ji asta dijwarî û zextên li ser HDP´ê pirr dûr e û jixwe, nabe ku mirov muqayeseyeke wisa jî bike. Ji ber ku hilbijêrên wan bi kuştinê, bi êşkencekirinê, bi girtin û çavtirsandinê re ne rûbirû ne.
Dema mirov li îradeya gelê Kurd û têkoşîna wî ya bi dehan salan dinihêre ku her roja wê bi berdêlên giran hatiye qezenckirin, gelê Kurd wê di vê hilbijartinê de jî, bi zanebûn tevbigere û bibêje; “Gund, bajar, tax û kolanên min jixwe yên min in”. Şaredarî û şaredarên dîlgirtî li benda dengên we yên xweş û azadker in.”
ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Serkan BIRÛSK