Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 143 roj in didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz 130 rojin didome. Berxwedana li Strasbourga li Fransayê ya 14 Çalakgeran di roja 104’emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 105 rojin didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi grevê kirin. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 84 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 74, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 83 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 32 roj in di greve de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, 143 rojin bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Li girtîgehan jî girtî 105 roj in di grevê de nin.
Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest pêkir, hem li hundir û hem li derve belav dibe û berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 143 roj in didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz 130 rojin didome. Berxwedana li Strasbourga li Fransayê ya 14 Çalakgeran di roja 104’emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 105 rojin didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi grevê kirin. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 84 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 74, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 83 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 32 roj in di greve de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 28 rojin didome. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç 23 rojin didome. Îmam Şîş li Galler a Brîtanyayê deng daye vê berxwedanê û çalakiya wî jî 104 roj in didome. Çalakiya Yusuf Îba, li Torontoyê 78 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 77 roj, Husên Yildiz 72 roj, Hasbî Çakici 71 rojin di grevê de ye didome.
Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 70 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 66 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 61 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 56 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 39 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilistan a Londonê 14 roj di girevê de ne. Herêm Mehmut 34 roj, Şeyma Ednan 26 roj, Gulebax Celal 11 roj in di grevê de ye.
Li bajarê Caglîarî ya Îtalya Erol Aydemir, li gundê Tatan ê navçeya Pênciwên a başûrê Kurdistanê jî Fatma Ehmed dest bi greva birçîbûnê kirine.