Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di hilbijartina 31’ê Adarê de bi 120 hezar peywirdaran sindoqan biparêzin.
ENQERE – HDP, wê sibê li dijî îhlalên hilbijartinê û ji bo parastina sindoqan bi 59 hezar endamen lijneya sindoqan û 60 hezar muşah, parêzer, rêveber û parlamenteran sindoqan biparêzin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di hilbijartina 31’ê Adarê de bi 120 hezar peywirdaran sindoqan biparêzin.
Komîsyona Karên Hilbijartinê ya HDP’ê têkildarî parastina sindoqan daxuyanî da û diyar kir ku HDP heri zêde li ser bajarên Amed, Dersîm, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Edene, Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlis, Xarpêt, Erzirom, Mêrsîn, Mûş, Qers, Riha û Wanê ku HDP lê bi hêz e bi hêjmarek zêde sindoqan biparêze. Komîsyonê anî ziman ku li van bajaran 12 hezar û 784 dibistan heye û bi giştî 33 hezar û 811 sindoq hene. Komîsyonê da zanîn ku li van bajaran 2 hezar û 500 xebatên cuda yên li qadê yên HDP’ê hene û wiha got: “YSK’ê 59 hezar endamên lijneya sindoqan qebûl kiriye. Disa 60 hezar muşahîdên HDP’ê qebul kirine. 59 hezar endamê lijneya Sindoqan û 60 muşahîd, parêzer, wekîl, rêveber wê sindoqan biparêzin. Me li bajar û navçeyan Maseyên Kordînasyon krîzê ava kirin. Divê her kes di 31’ê Adarê de di wextê xwe de li cihê erka xwe amade bin. Divê heta sindoq hatin valakirin û deng hatin jimartin û mohr îmzekirin jî divê kes ji ser erka xwe veneqete. Heta ku sindoq û deng teslîmî Lijneya bajar û navçeyan nekir cihê xwe qut nebin.