Li navçeya Helfetiyê polîsên ku ji Edene, Mêrsîn, Entelye û Konya’yê hatine, bêyî belgeya 142 destbi deng bikaranînê kirin. Li taxa Hîlalê yê ji ber sedema vekirî deng danînê karê dengdanê hate rawestandin.
RIHA- Li navçeya Helfetiyê polîsên ku ji Edene, Mêrsîn, Entelye û Konya’yê hatine, bêyî belgeya 142 destbi deng bikaranînê kirin. Li taxa Hîlalê yê ji ber sedema vekirî deng danînê karê dengdanê hate rawestandin.
Li navçeya Riha Helfetiyê hilbijartîn bi deq û dolaban destpêkir. 3 Hezar 187 kesên ku berê 2 mehan qeydê xwe anîbûn Rihayê destbi deng bikaranînê kirin. Gelek polîs deng bikar anîn. Di şertên asayî de karmendên dewletê pêvîste bi belgeya 142 deng bikarbînin, lê polîsên ku ne li cihê erkê xwe ne bêyî vê belgeyê destbi dengdanê kirin.
QEYÛM DIXWAZE WEZÎFEDARÊN HDP’Ê DERXIN DERVE
Li navenda nevçeyê otobusên polîsan ên zirxî digerin. Qeyûm Şeref Albayrak li dibistanan digere û xwestiye ku wezîfedarên HDP’ê yên li ser sindoqan derxin derve.
Her wiha li taxa Hîlalê yê ji ber sedema vekirî deng danînê karê dengdanê hate rawestandin.