Li girêdayê navçeya Cizîr’ê di dibistana Artukoglu de parlementera Şirnex a HDP’ê Nuran îmîr xwest ku dengê xwe xwe bikarbîne. Lê ji aliyê polîsên dewleta Tirk a dagirker ve rastê bi darê zorê lêgerînê hat.
CİZÎR – Li girêdayê navçeya Cizîr’ê di dibistana Artukoglu de parlementera Şirnex a HDP’ê Nuran îmîr xwest ku dengê xwe xwe bikarbîne. Lê ji aliyê polîsên dewleta Tirk a dagirker ve rastê bi darê zorê lêgerînê hat.
Polîsên dewleta Tirk a dagirker ji parlementer Mehmet Zîrîg, Berîvan Kutlu û şandeyek biyanî ku bi wan re bû re gotin ku beyî ku lêgerîn were kirin hûn nikarin derbasî hûndir bibin. Li ser vê Nuran Îmîr bertek nîşan da û got “Ez parlementerim û hûn nikarin çi min çi jî şande lêgerîn bikin”. Li ser vê polîsên dagirker “Tiştek wisa tuneye ku hûn parlamenterin ez we nekarim bigerim, ferman e ez dikarim herkesÎ lêgerîn bikim.”