Sedat Akin ê li dijî tecridkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 84 rojin di greva birçîbûnê de ye çû ser sindoqê û dengê xwe bikar anî.
ÊLIH – Sedat Akin ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 84 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye li Dibistana Petrole ya Taxa Bahçelîevlerê çû ser sindoqê û dengê xwe bikar anî.
Akin, bi alîkariya rêveberen Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê bi maşîneyek taybet çû ser sindoqê û dengê xwe bikar anî. Akin bi alîkariya rêveberên ÎHD’ê derxistin qada duyem û li ser sindopa hêjmar 1004’an dengê xwe bikar anî. Dema welatiyan dît ku Akin zor û zahmetyê dikişîne ij serokê sindoqê xwestin ku sindoqê daxin qada jêr.
Welatiyan diyar kirin ku çima li vê derê anansor tune û bertekên xwe nîşanî rayedaran dan. Akin piştî denge xwe bikar anî peyam da. Akin, anî ziman ku ew dê teqes bi ser bikevin û wiha got: “Em dê qeyûm ji vir paqij bikin û teqez em ê bi ser bikevin. Encama têkoşînê dê pir xweş e û teqes em ê bi ser bikevin. Em gav bi gav nêzî serkeftinê dibin.
Dibe ku mirovên astengdar û kal û pîr zahmetiyê dijîn lê em ê bi ser bikevin. Endamê MYK’ê yê ÎHD’ê Mehmet Zeki Tanguner jî diyar kir ku ji ber li dibistanê asantor tune mirovên kal û pîr zor û zahmetiyê dijîn û xwest ji bo hilbijêrên astengdar, kal û pîr tedbîr bên girtin.
Guner, anî ziman ku wekî hevalên wan Sedat Akin jî dît li vir asansor tune û welatî zahmetiyê dijîn. Guner, xwest teqez peywirdarê sindoqê bibin alîkariya welatên astengdar.