Gurbet Ektîren a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 76 rojin di greva birçîbûnê de ye, çû ser sindoqê û dengê xwe avêt. Ektîren piştî dengê xwe avêt sindoqê peyama “Teqez em ê bi ser bikevin.” da.
MÊRDÎN – Çalakiya greva birçîbûnê ya Gurbet Ektiren a li diji tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 15’ê Çile de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ketibû grevê û di 8’ê Adarê de hat berdan, li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê 76 rojin didome.
Gurbet Ektiren îro serê sibê çû ser sindoqê û dengê xwe bikar anî. Gurbet Ektîren bi alîkariya xizmên xwe li taxa Zeytinpinar a Dêrikê li Dibistana Zeytinpinarê çû ser sindoqê û dengê xwe bikar anî. Ektîren piştî dengê xwe bikar anî dîsa çû malê.
Ektîren diyar kir ku îro ji bo wan rojek pir girîng e û wiha got: “Divê her kes biçin dengê xwe bikar bînin. Bila kes baxçeyê dibistanê terk nekin. Bila kes vîna xwe bernedin. Her dengek ji bo pêşeroja Tirkiye û Kurdan gelek girîng e. Bi dengekî gelek tişt tên guhertin. Me îro ji bo tecrîdkirin bişkê û em derbasî pêvajoyek nû bibin me dengê xwe da. Divê her kes bi van hest û ramanan biçin denge xwi bikar bînin. Bila her kes baş zanibe teqez em ê bi ser bikevin.”