Îhsan Sînmîş ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê û li malê çalakiya xwe berdewam dike, çû ser sindoqê û deng da.
STENBOL – Îhsan Sînmîş ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 1’ê Adarê de ketibû grevê û piştî hat berdan jî li malê çalakiya xwe berdewam dike, çû ser sindoqê û deng da. Sînmîş piştî ji Girtîgeha Silivrî derket, li mala xwe ya Stenbolê çalakiya xwe di roja 31’an de berdewam dike.
Îhsan Sinmiş, li Dibistana Sogutlu Çeşme ya Kuçukçekmece çû ser sindoqê û dengê xwe da û vegeriya mala xwe.