Li gor agahiyên ku me dest xistiye li girtigeha Şakran Alîaxa’yê girtiya azadiyê Yonca Akinci çalakiya fedaî pêk anî.
ÎZMÎR- Li gor agahiyên ku me dest xistiye li girtigeha Şakran Alîaxa’yê girtiya azadiyê Yonca Akinci li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî û di encama çalakiyê de şehîd ket.
ÎZMÎR – Li Girtîgeha Şakranê, girtiya bi navê Yonca Akici, ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê GelanAbdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Hat diyarkirin ku Akici di 29’ê Adarê hewl daye dawî li jiyana xwe bîne û bi awayekî birîndarî rakirine nexweşxaneyê, lê belê îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Akici ku ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de bû bi giranî brîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê. Akici, îro danê nîvro li nexweşxaneuç jiyana xwe ji dest da.
Rayedarên nexweşxaneyê li malbatê geriyan û ragihandin ku Akici jiyana xwe ji dest daye. Xizmên Akici yên li Stenbol û Îzmîrê li nexweşxaneyê ne. Ap Sabahattşn Akici, diyar kir ku ew li dozgerê girtîgehê geriyaye û dozger jê re gotiye Akici piştî bi telefonê li bavê xwe Giyasettîn Akici yê di Girtîgeha Panosê de geriyaye, li tuwaletê xwe daliqandiye.
Wê cenaze piştî karên otopsiyê bibin Agiriyê.