Li gorî agahiyan duh gelek girtiyên ji doza PJAK’ê ku di zindanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ne, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her ku diçe berfireh dibe. Di vê çarçoveyê de li gorî agahiyan girtiyên ji doza PJAK’ê yên di zindanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de dest bi greva birçîbûnê kirin.
Li gorî agahiyan hejmara girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê 16 kesin û navê wan wiha ye; Zeyneb Celaliyan di zindana Selmas, Şakir Baxî li zindana Kaşma, Yusif Kakememî û Ehmed Silêman li zindana Tebrêz ketine greva birçîbûnê.
Herwiha Elî Yekan, Beşîr Pîrmawane, Mustefa Sebzî, Turec Îsmaîl, Kemal Hesen Remezan, Îbrahîm Îsa Pur, Mihemed Selehşur, Ehmed Temwêî, Hemîd Rehîm, Rehîm Mehmud, Peyman Mîrzade û Kameran Derwêj jî di zindana Urmiyeyê de ketine greva birçîbûnê.