Li paytexta Îngilistanê Londonê 15 kesan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê a bê dem û bê dorveger kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li paytexta Îngilîstanê Londonê, greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a 3 kesan ji 14’ê Adarê ve didome. Koma ji 15 kesan pêk tê jî bi armanca piştgiriyê bide berxwedêrên greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya bi dorvegerî kir.
Welatiyen Kurdistanî Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz, ji 14’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne. Koma ji 15 kesan pêk tê û piraniya endamên komê jin in, ji bo piştgiriya berxwedêran bike doh êvarê dest bi greva birçîbûnê ya bi dorvegerî kir. Çalakî, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Londonê bi civîna çapemeniyê dest pê kir. Greva birçîbûnê wê 5 rojan carekê bi dorvegerî bidome.