Li navçeya Erdîş wê deng ji nû ve werin hijmartin

Li navçeya Erdîş a Wanê HDP’ê serketinek di hilbijartina xwecihî de bidestxistibû, lê li ser îtiraza AKP’ê YSK’ê biryar da ku deng jinûve werin hejmartin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Erdîş a Wanê HDP di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de bi ferqek mezin serketibû. AKP ji bo ji nû ve hejmartina dengan îtiraz kiribû.

Desteya Hilbijartina Bilind a Erdişê li ser îtirazê li hev civiya, tevî ku hemû partiyên siyasî encama hilbijartinê qebûl jî kirin lê îtiraza AKP’ê hate qebûl kirin. YSK’ê biryar da ku deng ji nû ve werin hejmartin.

Serokê YSK’ê yê Erdîşê kesekî nêzî rêveberiya AKP’ê ya navçeya Erdîş û serokê wê Adnan Aydin e.

Li Erdîşê piştî ku HDP bi serket li avahiya AKP’ê ya navçeyê şer derketibû.

Serokê AkP’ê yê Navçeyê Aydin heqaret li hilbijêran kiribû û şer çêbibû. Di şer de Aydin û kurê xwe birîndar bûbûn.

Nivîsa Pêş