LEZGÎN – Ji girtiyê bi navê Sîraç çalakiya fedayi

Li girtîgeha Osmaniyeyê girtiyê siyasî Sîraç Yuksek bi armanca protesto kirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyan girtiyê PKK’ê Sîraç Yuksek li girtîgeha Osmaniyeyê çalakiya fedayî kir.

Cenazeyê Yuksek birin Saziya Tiba Edlî ya Edene û tê payîn ku malbat û parêzer cenaze bigrin.

Diyar bû parêzer ji bo agahî ji çalakiya Yuksek bigrin çûn girtîgehê û wê werin agahdar kirin.

Ji destpêka grevên birçîbûnê ve herî kêm 6 girtiyan li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kirin.

Medya Çinar 25’ê Adarê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, Zulkuf Gezen 17’ê Adarê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê, Ayten Beçet 23’ê Adarê li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam 24’ê Adarê li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê çalakiya fedayî kirin. Cenazeyê 4 girtiyên dawî ku çalakiya fedayî kiribûn ji aliyê dewletê ve hatibûn revandin 3u tenê bi beşdarbûna endamên malbatê hatibûn veşartin.

Li bajarê Elmanya Krefeldê jî 20’ê Sibatê Ûgûr Şakar li pêşiya dadgehê li dijî tecrîdê agir berdabû bedena xwe û roja 22’ê Adarê li nexweşxaneya ku dihate dermankirin şehîd bûbû.

Nivîsa Pêş