Welatiyê Navçeya Xaneqînê Nehro Xaneqînî, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.
DIYALA – Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her ku diçin berfireh dibin. Welatiyê Navçeya Xaneqîn a Bajarê Diyalayê, Nehro Xaneqînî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.
Nehro Xaneqînî têkildarî çalakiyê wiha got: “Armanca çalakiya min şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û piştgirî dayîna girtiyên siyasî yên di zindanan dene. Divê bi taybet gelê Xaneqînî herkes li dijî tecrîda ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan raweste û piştgiriya çalakvanên di grevên birçîbûnê dene bikin.”