HELEB – Berxwedana çalakgeran grevên birçîbûnê yên di girtîgehên faşîmza Tirkiyê de ya ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji beriya 4 mehan ve dewam e.
Girêdayî mijarê Buroya Ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya şaxê Helebê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi tevlîbûna bi dehan ciwanên partiyê li ber avahiya partiyê li beşa Rojava ya taxa Şêxmeqsûd ji hêla endamê rêveber Ednan Reşîd ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev berxwedan bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan veguheriye mîraseyeke şoreşgerî ya herî resen di pêşketina têkoşînê de. Hevalan bi berxwedana xwe ya destanî bersiva zulm û hovîtiya mitîngeran dan.
Berfirehbûna berxwedanê di girtîgeha Diyar Bekir de rêyek nû ji têkoşîna rizgariya Kurdistanê vekir. Bi vê rêyê dijmin ji aliyê siyasî ve têk çû.
Em ciwan, bi berxwedana xwe em ê siyaseta inkarkirinê têk bibin û tecrîda ku li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin bişkînin û tevahiya berxwedêran azad bikin.”