“Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de herkes serkeftina kurdan û dostê wan bi kêfxweşî pêşwazî kir. Dewletên wek Elmanya jî serkeftina li dijî DAIŞ’ê re kêfxweş bû, lê nexwest navê kurdan bîne ziman. Ne tenê kurd, Elmanya nexwest navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bilêv bike. Birîtanya jî navê kurdan neanî ziman lê di serkftina li dijî DAIŞ’ê de navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk derxist pêş. Di vê mijarê de dewletê heqê kurdan da, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka bû. Ew jî hinek bişermokî. Emerîka jî bi hinek rayedarên xwe yên teqawît bûyî bi zimanekî aşkera, anîn ziman.
Gelek kes dijberiya gelê kurd, bi tenê aydê dewletên li ser Kurdistan dagirker in dibîne. Lê birastî dijberiya gelê kurd sînorê dewletên li ser Kurdistan dagirker in derbas dike, ger mirov rastiyê dûr nekeve, dikare bêje ku ev dijberî heta niha jî di asta cîhanî de ye. Ger wiha nebûna wê heta niha ji bo gelê kurd pirsgirêka dagirkerî, înkarê bihatana çareserkirin.
Dewletên li ser Kurdistan dagirker yên wek Îran, Sûriye, Tirkiyeyê û heta cihekî Iraq ne tenê siyasetên xwe yên dijberiya kurdan, di heman demê de siyaseta cîhanî ya dijberiya kurdan pêk tînin. Ev siyaseta înkarê di çarçova mafê siyasî û neteweyî yê kurdan nîne, siyaseta înkarkirina hebûna kurdan e.
Têkoşîna gelê kurd ya li dijî DAIŞ’ê û pêşengiya kurdan ya ji bo vê têkoşînê di siyaseta wan dewletan de hejandinekî cidî da çêkirin. Gelê kurd hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê fedekariyên mezin li dijî terora cîhanî ya DAIŞ’ê kirin. Bi deh hazaran şehîd û birîndar dan. Bajarê wan hatin hilweşandin, bi sed hezaran kurd wek li Şengal û Kobanê neçarî koçberiyê bûn. Kurd tenê bi êrîşên DAIŞ’ê re rûbirû neman, êrîşên El Qaîde û hevkarê DAIŞ/El Qaîdeyê ango dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîşî kurdan kir. Bi taybet dewleta tirk ya dagirker wek tolhildana DAIŞ’ê dema têkoşîna kurdan li dijî DAIŞ herî dijwar bû, êrîşî Efrînê kir. Di êrîşa dewleta tirk a dagirker ya li ser Efrînê de ku bi sed hezaran kurd cih û warê xwe yên bihezar salan hatin derxistin, bi hezaran kurd hatin qetilkirin. Cîhan liberamberî komkujiyên dewleta tirk bêdeng ma. Ev bêdengî ne tenê li dijî komkujiyên dewleta tirk bû, siyasetek giştî ya lidijî kurd bû.
Siyaseta înkara kurd êdî wek berê nayê meşandin. Hem dewletên ku Kurdistan dagir kirine, hem jî dewletên cîhanê piştî sed salan nikarin vê siyasetê dewam bikin. Têkoşîna gelê kurd ya li dijî DAIŞ’ê û serkeftina wê di gelek aliyan de hemû dewlet û hêzên navneteweyî neçarî guhertina siyasî dike. Lê bi taybet dewletên ewropî yên wek Almanya ku hevkarê dewleta tirk ya dagirker yên komkujiyên li ser kurdan e, naxwaze siyaseta xwe ya li dijî kurdan biguherîne. Li Ewropayê her çend dewletên wek Fransa di siyaseta xwe ya ji bo kurdan guhertinek dîrokî kiribe jî, ev guhertin heta niha nebûye siyaseteke giştî ya Ewropayê.
Di daxuyaniyên dawî yên dewleta alman jî carekî din aşkera bû ku siyasetek hevbeş ji bo kurdan li Ewropayê nîne. Dewleta alman hem li Îranê hem jî li Tirkiyeyê li gorî daxwazên wan dewletan siyaseta xwe ya ji bo kurd diyar dike. Ev vedigere têkiliyên Almanya yên aborî bi Îran û Tirkiyê re. Ji bo wê jî Almanya siyaseta xwe ya ji bo Suriyeyê û kurdên li rojavayê Kurdistanê de heta niha nêzîkatiyekî erênî nîşan nedaye. Kurd jî ji bo ev siyaset biguhere dîplomasiyeke piralî nadin meşandin.
Înkara kurd ne tenê ji aliyê dewletên dagirker ve tê meşandin. Ev înkar wek siyaseteke giştî yên cîhanî ye. Têkoşîna kurdan ya li dijî DAIŞ’ê siyaseta înkarê hejandibe jî, lê heta niha jî diyar dibe ji holê ranekiriye. Ji bo wê jî divê em wek gelê kurd bi hemû hêza xwe hewl bidin siyasta înkara kurd ya cîhanî bişkînin. Ger li cîhanê siyaseta înkarê bişikê, dagirkerên Kurdistanê nikarin siyaseta xwe ya înkarê bimeşînin.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Ezîz Koyluoglu