Ciwan û Kurdistaniyên li Bielefeldê ji bo bal kişandina li ser berxwedanên grevên birçîbûnê yên bê dem û bê dorveger çalakiya ‘zincîra mirovan’ lidarxist.
BIELEFELD – Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên grevên birçîbûnê yên bê dem û bê dorveger Kurdistanî û Ciwanan li bajarê Elmanya Bielefeldê çalakiya ‘zincîra mirovan’ lidarxist.
Ciwan û Kurdistanî bi çalakiya xwe bal kişand ser berxwedanên grevên birçîbûnê ku li tevahî cihanê belav buye û nêzî 7.000 girtiyên siyasî jî beşdarî vê çalakiyê bûn. Çalakvanên Bielefeldê ‘zincîra mirovan’ çêkir, bi maskeyan û afîşên ku li ser wan nivîsên “Bêdengî mirine û Azadî ji bo Ocalan” li navenda bajarê meşiyan.
Çalakî li medyana Jahn bi avêtina slogana bi dawî bû.