Denîz Kaya têkilî çalakiyên fedayî yên li girtîgehan daxuyanî da û got, “Em rast nabînin ku çalakiyên wiha yên fedayî werin kirin, em dibêjin divê em bi çarçoweya tevahiya rêxistinî tevbigerin.”
NAVENDA NÛÇEYAN – Denîz Kaya têkilî grevên birçîbûnê yên ku ji 1’ê Adarê ve li hemû girtîgehan didomin, li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê daxuyanî da û got, “Çalakiya fedayî bi şehîdê me yê pêşî yê pêngava me hevrê Zulkuf Gezen dest pê kir û ev çalakiyên fedayî bi hevrê Ayten, Medya, Zehra û Ugur berdewam kir, çalakiya fedayî ya Yonca Akici û îro jî Sîraç Yuksel em hejijandin û berpirsyariyeke giran li me bar kiriye. Xeta berxwedanê ya ku em di nav de ne, li ser rêça xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê didome, di rewşeke wiha de em rast nabînin ku çalakiyên fedayî werin kirin em dibêjin divê di nav çarçoweya tevahiya rêxistinî de em tevbigerin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin heta ku daxwazên wan bi cih werin ew ê berxwedanê bidomînin û hate gotin, greva birçîbûnê ya di nav pêngava “em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” bi biryardariyeke mezin didome û bêyî ku ew yek gavê bi paş de bavêjin, ew li serfiraziyê asê bûne û divê ji hêla her kesî ve were zanîn.
‘EM ARTÊŞEKE GIYANÎ YA MEZIN A FEDAYÎ YA RÊBERTIYA XWE NE’
Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a girtiyên PKK’ê û PAJK’ê li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di roja 109’an de bi biryardarî didome, ji hêla her kesî ve hatiye dîtin ku ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ew artêşe giyanî ya fedaî ya mezin in. Bi berdewamî hate gotin, “Çalakiya fedayî bi şehîdê me yê pêşî yê pêngava me hevrê Zulkuf Gezen dest pê kir û ev çalakiyên fedayî bi hevrê Ayten, Medya, Zehra û Ugur berdewam kir, çalakiya fedayî ya Yonca Akici û îro jî Sîraç Yuksel em hejijandin û berpirsyariyeke giran li me bar kiriye.”
‘DIVÊ EM PÊŞÎ LI ÇALAKIYÊN TAKEKESÎ BIGIRIN’
Di daxuyaniyê de ya li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê hate gotin, “Xeta berxwedanê ya ku em di nav de ne, li ser rêça xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê didome, di rewşeke wiha de em rast nabînin ku çalakiyên fedayî werin kirin em dibêjin divê di nav çarçoweya tevahiya rêxistinî de em tevbigerin.” û wiha hate domandin, “Pêşengên çalakiya rojiya mirinê ya mezin hevrê Kemal, Xeyrî, Akîf û Alî Çîçek dema ku berxwedana xwe bi rêxistiniyeke mezin didomandin bi ti awayî neketine nav reftarên şexsî û ji nişka ve û berxwedan bi xeta serfiraziyê tacîdar kirine, dîrokê şahidî ji vê re kiriye.”
Ji bo vê jî bi giyanê pêngava ku em di nav de ne, di vê rewşê de ku em berxwedaniya xwe geş dikin divê em berê enerjiya xwe nedin xwe bidin dijminê xwe û ev bêguman mîna rastiyeke li ber me ye. Ji hemû hevrêyên xwe yên li zindanan dîsa me bepirs in, bi mîsogerî divê em pêşî li çalakiyên takekesî û li nêziktêdayinên takekesî bigirin, li ser vê mijarê divê em bi hişmendiya ku berpirsyariya rêxistinî li ser me heye, tevbigerin. Em hevrêyên wan ên têkoşînê, şehîdên xwe yên pêşî yê pêngavê, hevrêyên xwe Zulkuf, Ayten, Ugur, Zehra, Medya û Yonca Akici û Sîraç Yuksel, bi hurmetdayineke mezin bi bîr tînin û sersaxiyê didine hemû gelê Kurd.
Em sond dixwin ku li gorî dilsoziya bi bîranîna şehîdên me, em ê serkeftina pêngava xwe bi cidîbûnekê û bi biryardarî bi cih bînin û bi teqezî bi ser bikevin.”
Denîz Kaya herî dawî bangli li nivîskar, akademîsyen, rewşenbîr û dilxwazên demokrasiyê kir ku li dijî polîtîkayên qirker û dij-demokratîk ên desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li ber xwe bidin û li dora berxwedana zindanan kom bibin û tecrîdê bişkînin.