Yonca Ekîncî li Girtîgeha Jinan a Şakranê 4 salin girtî ye, bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 29’ê Adarê de çalakiya fedayî pêk anî. Ciwanên Marsîlyayê ji bo bîranîna şehîd Yonca Ekîncî meş lidarxistin.
MARSÎLYA – Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Yonca Ekîncî li Girtîgeha Jinan a Şakranê 4 salin girtîbû di 29’ê Adarê de çalakiya fedayî pêk anî. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marsîlyayê ji bo bîranîna şehîd Yonca Ekîncî meş lidarxistin.
Li navçeya Marsîlayê Marignane ciwan li ber şaredariyê kombûn û ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bîranîna şehîd Yonca Ekîncî meş lidarxistin. Ciwan bi alên PKK û posterên Ocalan û avêtina sloganan meşa xwe pêk anî. Ciwanan bang li gel ku rabin Serhildanê ji bo ku şehadetên din neyên jiyankirin.
Ciwanan çalakiya xwe bi sloganan bi dawî kir.