Yonca Akici ya li Girtîgeha Jinan a Şakranê li dijî tecrîdkirina Ocalan dawî li jiyana xwe anî li gundê xwe yê girêdayî Navçeya Dutaxê ya Agiriyê hat veşartin.
AGIRÎ – Yonca Akici ya li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû li gundê Burnîbulakê ya girêdayî Navçeya Dutaxê ya Agiriyê hat veşartin. Akici di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenazeyê keça xwe Akici ji Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê wergirt û bi balafirê birin Balafirgeha Erziromê û ji vir jî bi rêya bejahihyê birin gundê xwe.
Malbatê cenaze nîvê şevê li gundê Burnîbulakê di bin dorpêça eskeran de li goristana gund defin kir. Eskeran destûra çend ferdên malbatê da ku merasîmê li dar bixe.
Piştî wecîbeyên dînî Akici li goristana gund hat definkirin.
Akici ev 4 sal in bi îdaya “Endamtiya rêxistinê” girtî bû. Ji 1’ê Adarê vir ve li Girtîgeha Jinan a Şakranê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de bû. Akici di 29’ê Adarê de hewl dabû dawî li jiyana xwe bîne. Bi giranî birîndar bûbû û wê rakiribûn Nexweşxaneya Çiglî û dihat dermankirin. Akici roja 1’ê Nîsanê jiyana xwe ji dest dabû.